Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, di daxwiyaniyin taybet de îro pêncşemê, tekez kir ku milîsên PYD yên terorist di helmetên serdegirtin û binçavkirinê û tengkirina jiyana sivîlan li deverên di bin kontirola xwe de berdewam in, û duh hejmarek ji sivîlan li gundewarên Reqayê û Dêra Zorê girtin.
Û Berekat diyar kir ku kiryarên milîsên PYD yên teroristî di çarçoveya siyaseta qewtandinê de tên, û armanc jê ku jiyana sivîlan teng bike, daku koçberkirin û guhartina demografî çêbike, û bal kişand ser ku şêweyê ku milîsên PYD pê radibin heman şêweyê rijêma Esed in li deverên di bin kontirola wê de.
Û li gor alavên ragihandinê yên xwecihî, milîsên PYD bi helmetên serdegirtin û binçavkirinê li kampa Elxeyale li gundewarê Reqayê rabûn, û di helmeta dawîn de pênc ciwan girtin.
Di heman demê de milîsên PYD êrîşî kilînîka bijîşk Yosif Ayiş Elumer li bajarokê Zibiyan li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê kirin, û ew û sê birayên wî û nexwaşek jî di wê êrîşê de girtin.
Tê zanîn ku milîsên PYD yên terorist bi helmetên girtinê bi awayekî rojane li deverên di bin kontirola xwe de radibin, û bi operasyonên revandina zarokên biçûk radibe û wan berve leşkergehan bo leşkeriya neçar dibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî