Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku şiroveya Nûnera Bilind ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî Izumi Nakamitsu di Encumena Ewlekariyê de derbarê astengkirina karê saziyê ji hêla rijêma Esed ve, tekez dike ku destê rijêmê di pêkanîna tawanên cengê de heye, di riya bikaranîna çekên kîmawî re, û berdewamiya rijêmê di berhemdana vî cureyê çekan û embarkirina wan de.
Û Berekat bal kişand ser ku rijêma Esed nikare şûnmayên tawanên xwe yên bi çekên kîmawî veşêre, lewra kar li ser astengkirina karê Rêxistina ku berê rijêm berpisyar dîtibû di ber bikaranîna çekên kîmawî de di dem û deverên curbecur de dike.
Û Berekat got ku ji Encumena Ewlekariyê niha tê xwestin ku bi rêşûnên vebir rabe, daku rijêm neçar bibe ku pabendiyê bi biryarên Encumena Ewlekariyê bike, çi ji aliyê hêsankirina karê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ve be, an ji aliyê cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî çareya siyasî be.
Û Nûnera Bilind ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Izuni Nakamitsu, duh, Pêncşemê, li pêş Encumena Ewlekariyê ragihandibû ku tîma nirxandinê (DAT) di dosyaya Sûriyê de ti pêşketin bi dest nexistiye, û wê xemgîniya xwe li ser nekarîna Emîndariya Teknîkî ku gera bîst û pêncemîn a şêwirdariyan li Şamê di navbera tîma ragihandinê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî û rêjîmê de li dar bixe anî ziman, bi sedema redkirina dubare ya rijêmê derbarê dana vîzeya derbasbûnê bo pisporê teknîkî yê sereke di tîmê de re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî