Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriî Eymen Elasimî, diyar kir ku bombebarana ku îro danê sibê sivîl li gundewarê Idlibê armanc kirine, mîna ya ku berî du rojan li Zaxo li Iraqê pêkhatiye ye.
Û Elasimî di daxuyaniyên taybet de bal kişand ser ku milîsên Îranî û rêxistina terorîstî PKK yên ku bombebaran li Zaxoyê pêk anîne û hêzên Rûsî yên ku sivîlan li gundewarê Idlibê armanc dikine, noker û piştgirên rêjîmê ne, û baweriya wan tenê bi rêbaza leşkerî û rijandina xwînê heye, û tenê xirabikirin û wêrankirina Sûriyê û herêmê dixwazin.
Û Elasimî tekez kir ku tiştê qewimiye tawaneke hovane ye, û pêwîstiya wê bi helwesteke vebir ji civaka navdewletî heye, û got ku bêdengiya li hember vê tawanê ew tawaneke ducarî ye, û çiraya kesk ji rêjîmê û alîgirên wê re ye.
Û balafirên şer yên Rûsiya îro înê komkujiyek hovane li gundewarên rojavayê Idlibê li dijî sivîlên bêguneh pêk anîn, û di encamê de 7 sivîl hatin kuştin 4 ji wan zarokên malbatekê bûn, û yên din jî birîndar bûn û di nav wan de zarok û jin hebûn.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kir ku balefirên Rûsî mirîşkxaneyek li derdora gundê Elcedêde û malên sivîlan li derdora gundê Elcanodiyê li gundewarê Idlibê yê rojava burdûman kirin, û di heman demê de tîmên berevaniya Sivîl birîndar rakirin û mirî ji bin cihên wêrankirî derxistin.
Û berî bi Çend rojan balafirên şer yên Rûsiya bi mûşekên valahiyê devera Cebel Elerbeîn û daristana Musebîn ya nêzîkî bajarokê Erîha li başûrê Idlibê armanc kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî