Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku sistbûna civaka navdewletî di danûstandina li gel tawanên ku rijêma Esed li Sûriyê pêk anîne, di nav de koçberkirin, kuştin û guhertina dîmografî, hişt ku gelek rijêm van tawanan hêsan bibînin û asta tawanên ku dagirkerê Îsraîl li Gazeyê pêk tîne bilind bikin.
Û Berekat di daxwiyaniyeke taybet de ji malpera Global Justice Syria News re, got ku dilê me bi ser filistîniyan ve ye ji be em jî ji zêdetir ji 12 salan de di heman qeyranê de dijîn, ji encama tawanên bi vî rengî yên ku rijêma Esed pêk tîne û bal kişand ser wê yekê ku tiştê niha li Gezayê çêdibe heman kopya tiştê ku li Sûriyê pêk hatiye ye, (bombebarankirina dibistan, perestgeh û nexweşxaneyan û koçberkirina bi darê zorê).
Û Berekat anî ziman ku ew dewletên ku bi berdewamî doza Filestînê ji xwe re wek derfet bikar tînin, heman dewletên ku êrîşî Sûriyê kirine û tawanên rasterast, wek tiştê ku Îsraîl li Gezayê dike, li dijî me pêk anîne, çi Îran û çi rijêma Esed be, her wiha milîsên Îranî, milîsên Hizbullah û Rusya.
Û Berekat amaje bi wê yekê kir ku proseya siyasî bûye mîna girawekê di destê rijêma Esed de, ji encama nebûna vîna navdewletî ya rasteqîn bo gihiştina çareseriyeke siyasî, û got ku piroseya siyasî bi awayekî zelal bûye doseyeke navdewletî û da zanîn ku bandora gel li ser wê hindik e û bi qasî karînên xwe hewl didin ku xebatên gel û bizavên ragihandinê û bizavên hemû Sûriyên li cîhanê bi hev re bikin yek, ji bo vegerandina pêşîniyê ji dosyaya Sûrî re.
Û Derbarê konferans û hevdîtinên sûriyên li dîasporayê, Berekat got ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya hemû hewlên Sûriyan li ser hemû astan dike, çi li ser asta siyasî û çi di asta xizmetguzarî û cîbicîkirinê de be, û got ku em wek Hevbendiya Niştimanî dibînin ku çi hewleke Sûrî dikeve warê cîbicîkirina biryara navdewletî de cihê pesindanê dibînin û giringiyê didinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî