Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, raporeke berfireh li ser karê herdû heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civînên xola 69an yên ku niha li deverên rizgarkirî li dar dikevin de pêşkêş kir.
Û Berekat li ser encamên hevdîtinên dawîn li gel berpirsên navdewletî di dosya Sûrî de wek hevdîtina Serokatiya Hevbendiya Niştimanî li gel berpirsên Tirkiyê bo şopandina hin dozên sûriyên li Tirkiyê dijîn axivî.
Û got ku di nav hevdîtinên navdewletî de berpirsin ji Firansayê, Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Birêtanya û Tirkiyê hebûn, bo gotûbêjkirina pêşketinên dosya Sûrî û berepêkanên rijêma Esed di piroseya siyasî de û reva wê ji cîbicîkirina biryarên navdewletî û nemaze biryara 2254.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê bal kişand ser ger û serdanên bo deverên rizgarkirî û beşdariya di çalakî û karên vekirina pirojeyên enirjiyê de li Babê û hevdîtinên li gel Desteya Ciwanan û werzişê di Hikûmeta Demkî de her weha li gel Sendîka û Yekîtiyan û li ser hevdîtinên Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê axivî.
Û Berekat tekezî li ser şopandin û cîbicîkirina plana Hevbendiyê derbarê ofîsên taybet tê de kir û cextî li ser lidarxistina hejmarek ji civatan di hundir Hevbendiyê de bi armanca zêdekirina rêkûpêkiyê bo gihiştina encamên kartêkertir kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî