Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, rapora karê Desteya Giştî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên xola 69an yên ku li deverên rizgarkirî li dar ketine de pêşkêş kir.
Û Rehmê xebatên Emîndariya Giştî ya Hevbendiyê di du heyvên bûrî de tevî avakirina komîte û ofîsan di hundirê Hevbendiyê de û pêşkêşkirina xizmetan ji wan re bi awayekî ku rêveçûna karê wê misoger û hêsan bike berçav kir.
Û Emîndarê Giştî bal kişand ser karê her komîteyekê di hundirê Hevbendiya Niştimanî de û karê van komîteyan di warên cuda de, nemaze ofîsa ragihandinê û giringiya pêşxistina wî warî li gor rewşên ku Sûriya û dosya Sûriyê têre derbas dibe û paşketina wê ji aliyê pêşindeyên navdewletî ve.
Û Emîndarê Giştî behsa avabûna pergala Emîndariya Giştî û karê yasayî û rêvebirî têde kir û tekezî li ser giringiya xurtkirina karê dezgehane û pêşxistina karê rêvebirî û pêşkêşkirina xizmetan û piştevaniya pêwîst ji çalakiyên rêvebirî û ofîs û komîteyan re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî