Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, rapora karê Hikûmetê yê herdu heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civîna xola 69an de ya ku li deverên rizgarkirî hatiye lidarxistin pêşkêş kir.
Û Serokê Hikûmetê karê Wezaretan li deverên rizgarkirî şirove kir û bal kişand ser destkeftên herî berçav ên ku di heyama bûrî de pêk hatine û tekezî li ser pêwîstiya xweşkirina rê li pêşiya veberhênanê li deverên rizgarkirî kir, da ku xwediyên samanan berve deverê de bikişîne.
Û dawîtirîn pêşketinên çaksazkirin û pêşxistinê di Wezareta Berevaniyê de, di nav planeke berfireh di hundirê Artêşa Niştimanî ya Sûrî de û cîbicîkirina komek pêngavên ku bi tevayî ji bo zêdekirina rêxistinê ne berçav kirin, her wiha şopandina dadgerî, polîsên leşkerî û rêveberiya derûnî piştrast kir.
Û cextî li ser pêwîstiya kar ji bo yekkirina xebatan li bakurê Sûriyê û hebûna mîkanîzmekê ji bo şopandin û nirxandina saziyên cîbicîkar kir û bal kişand ser giringiya hevkariyê ji bo komkirina piştevaniya navdewletî ji deverên rizgarkirî re, di dema hewldanên armanckirina saziyên şoreşê ji aliyê rijêma Esed ve.
Û tekez kir ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî di civînên xwe yên bi aliyên navdewletî re de, bihêzbûna niyaza wan ji bo piştevaniya Hikûmetê weke desthilateke rewa û mukumkirina desthilat û berpirsyariyên wê li deverê hest kir, Hikûmetê di wan hevdîtinan de rewşa deverên rizgarkirî û pêdviyên wan bi taybetî ji ber şert û mercên dijwar ên ku dever têre derbas dibe şirove kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî