Rêveberê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Hesno, şiroveyek li ser karên Yekîneyê di heyama herdû heyvên bûrî de li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên xola 69an de yên ku li baregeha Hikûmeta Demkî li gundewarê Helebê li dar ketine de pêşkêş kir.
Û Hesno karê Yekîneyê di bersivdana hewcedariyên mirovî û geşepêdanê de, nemaze di amadekirina raporên taybet bi kampan de û yên warên din wek dibistan, karên rêxistinên Sûrî û rewşa kesên xwedî pêdiviyên taybet û hişyarkirina siyasî û xizmetên pêşkêşkirî berçav kir.
Û bi taybetî li ser pirojeyên cîbicîkirî di warê rêvebirina zanyariyan de, wek tevgera li kampan çêdibe ji aliyê vegera derbideran û tevgera awarebûnê û bombebarankirina gundan ji aliyê rijêma Esed ve û rewşa jiyanê û tevgera li derwazên sînorî, û çawaniya belavbûna xelkê li deveran axivî.
Û Rêvebirê Cîbicîkar bal kişand ser raporên babetî derbarê dibistanan û rêjeya dûrketina ji xwendinê û lêkolînkirina sedemên vê diyardeyê, her wiha piştgirîkirina perwerde û çalakiyên rêxistinên civaka sivîl û rola wan di rêvebirinê de.
Û bal kişand ser ku Yekîne serperiştiya tora herî mezin a haydarkirina zû darbarê 13 nexweşiyan dike, ew bi awayekî rolane di vê derbarê de raporekê derdixe û tekezî li ser zêdekirina hewildanan ji bo gihiştina encamên ku sûdê bighînin xelkê deverê kir.
Û anî ziman ku Yekîne li ser projeyên stratîjîk kar dike, wek piştgirîkirina cotkarên zeytûnan, peydakirina enerjiya paqij û lêkolîna cîbicîkirina pirojeya avdanê li ser bendava Meydankê li devera Efrînê, her wiha Yekîne raporekê derbarê asta jiyana xelkê li deverê derdixe.
Û Hesno tekez kir ku Yekîne di piştgiriya pêşkêşkirina bimilyonan vaksînên zarokan de berdewam e û bal kişand ser şopandina kêmxwariniyê li bal jin û zarokan û ronîkirina bandora wê yekê li ser zarokan di pêşerojê de, herweha behsa çalakiyên di warê birêvebirina platformên mafnasî û pêwendiyên bi 45 rêxistinên mafên mirovan re, ji bo zêdekirina pêwendiyê û pevguhertina pisporiyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî