Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulmejîd Berekat, pesnê pêngava lidarxistina rûniştinên guhdarkirinê di Dadgeha Dadweriya Navdewletî de ya roja Sêşemê da, ew rûniştinên derbarê doza ku ji aliyê Keneda û Holanda ve li dijî rijêma Esed hatibûn vekirin, û ew bi tawanên îşkencekirina berfireh tuhmetbar kiribûn, û bal kişand ser girîngiya wê tevî derengiya wê jî.
Û Berekat di daxwiyaniyeke taybet de ji rojnama Tirkî “Direliş Postasi” re, got ku gihiştina rêxistinên navdewletî yên pisporên karûbarên yasayî, herdem derbarê dosyeyên yasayî yên têkildarî Sûriyê de dereng dimînin, çi dosyeya girtiyan be, an dosyeya kesên jiyana xwe di zindanên rijêma Esed de ji dest dane be, yan jî dosyên din ên mirovî yên wek bikaranîna çekên Kîmawî ji hêla rijêmê ve be.
Û Berekat anî ziman ku tevî derbasbûna diwazdeh salan di ser destpêka şoreşa Sûriyê re, lê ti rêşûnên yasayî yên rêxistinkirî ji bo kontrolkirina reftarên Esed an dadgehkirina wî li ser tawanên ku di salên bûrî de pêk anîne, nehatine standin.
Û Berekat bal kişand ser ku ev daxwazên ku di Dadgeha Dadweriya Navdewletî de hatin pêşkêşkirin girîng in, û ji roja yekem a şoreşê ve me daxwaza vê yekê dikir, û berdewam kir got ku ji bilî kesên jiyana xwe ji dest dane, bi sedên hezaran girtî di girtîgehên rijêmê de hene, yên ku nikaribûn dengên xwe bighînin dadgehên navdewletî û ew bendewarên dadgehkirina tawankaran in.
Û Berekat tekez kir ku dosya yasayî pir girîng e, û siyasetkirina vê dosyayê ziyanê digihîne rewşa Sûriyê bi giştî, û divê vîneke siyasî ya rasteqîn di heman dema pêngava yasayî de hebe.
Û Berekat cext kir ku pêwîstiya dosya yasayî bi vîneke siyasî heye, da ku ew berhemdar be, û mafên Sûriyan bi giştî û mafên bi milyonan welatiyên Sûrî yên ku bi darê zorê koçber bûne, yan di bin îşkenceyê de hatine kuştin, yan jî hîn di zindan û girtîgehan de ne, winda nebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî