Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, diyar kir ku ciwanên Sûrî, li gorî qurbanîdana wan û şiyanên ku li bal wan hene ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demoqrasiyê, hêja ne ku roleke wan a mezin û kartêker di hundir saziyên şoreşê de hebe.
Û ev yek di civîneke berfireh a ciwanan de hat, ya ku ji aliyê Encûmena Turkmenên Sûrî ve, duh Yekşemê, li bajarê Gazîentabê hatibû lidarxistin, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî, û beşdariya bêhtir ji 200 xort û keçên ku nûneratiya Turkmenan li Sûriya û Tirkiyê dikin, da ku armanc û çalakiyên ciwanan gotûbêj bikin.
Û civîna ku bi sernavê “Ciwan çêker û ronahiya paşerojê ne” hat lidarxistin, giringî da destkeft û hêviyên Tirkmenên Sûrî di hemû waran de, her wiha doz û xemên ciwanan, û pêwîstiya dayîna derfetan bo wan, da ku di şoreşa Sûrî û paşeroja welat de kartêker bin.
Û Berekat di hevdîtinê de cextî li ser pêwîstiya dayîna rola guncav bo ciwanan di hemû saziyên şoreşê de û veberhênana di riya wan re û sûdwergirtina tam ji enerjiya wan a ku roleke wê ya pêşeng di şoreşa Sûriyê de hebû, kir.
Û Berekat bal kişand ser pêwîstiya karê li ser sûdewergirtina ji ramanên ciwanan û berfirehkirina çarçoveya beşdariya wan, û rahênakirin û karmendkirina wan di curbecur waran de, da ku ketwarê bakurê Sûriyê yê rizgarkirî pêşde bibin.
Û Berekat bal kişand ser rola Turkmenan di şoreşa Sûrî de, û hebûna wan di hemû laşên wê de, her wiha giyanê niştimanî yê ku Turkmenên Sûriyê berçav dike.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya demkî Ebdulrihman Mustefa, li ser karê Hikûmeta Demkî û rola wê di birêvebirina deverên rizgarkirî de, û pêşkêşkirina xizmetguzariyan û avakirina dezgehên niştimanî yên berdêl ji saziyên rijêma Esed ya stemkar re axivî.
Û Serokê Encûmen Feysel Ozturk, li ser dîroka damezrandina Encûmen û armancên wî û kar û çalakiyên ku ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmetê û rûxandina rijêma Esed de dike, axivî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî