Sekretêrê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de Ebdilmejîd Berekat, diyar kir ku gewhera pirosesa çaksazîkirinê xurtkirina nûnertiyê di hundirê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de ye, û berfirehkirina çarçoveya pişikidariyê li gel hêzên li ser erdê yên çalak e.
Ew daxwiyanî di hevdîtineke rojnemevanî de yaku Hevbendiya Niştimanî, îro înê, li gel hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên xwecihî û erebî û navdewletî li dar xistiye hat, daku li ser pirosesa siyasî biaxivin, ji bo ku rêşûnên ku Hevbendî di çarçoveya pirosesa çaksaziyê ya girêdayî bi endamtiyê û sîstema bingehîn pê rabûye de diyar bike.
Û di civatê te Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û hevrêzkarên komîte û rêvebirî û ofîsan beşdar bûn.
Û Berekat di bersiva rojnemevanan de got: “Pirosesa çaksazîkirinê yaku Hevbendiya Niştimanî dest pê kiriye, pilaneke ku hevdû temam dike ye, bi vekolîna sîstema bingehîn dest pê bû, û di pey re di riya Desteya Giştî re biryar pê hate dan, û dê pêngavin din jî pey re di warê berfirehkirin û xurtkirina rewayê û nûnertiyê de werin.
Û Berekat diyar kir ku berdêlên li şûna pêkhatên ku hatine hilanîn encumenên xwecihî û sendîka û yekîtî ne, û bal kişand ser ku pêwendî û gengeşeyin dirêj li gel pêkhatin siyasî yên derveyî Hevbendiyê yên xwedan rolên girîng di gorepana Sûriyê de hene.
Û cext kir ku pirosesa çaksazîkirinê encama fişarên gelîrî ye, yên ku Hevbendî di gerên xwe yên şêwirdarî de li hemî deverên rizgarkirî li gel curbecur komele û kutleyên şoreşgerî û sivîl pê hest bûye, û li gor daxwazên gelêrî hat, her weha li gorî arezuya rasteqîn a di hundirê Hevbendiya Niştimanî de bo biserxistina vê pirosesê bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî