Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, şiroveyek li ser mîkanîzma karê Komîteya ku Hevbendiya Niştimanî bo guhertina sîstema bingehîn ava kiriye pêşkêş kir, û pêkhatên ku beşdarî di vê pirosesê de kirine diyar kirin.
Ev daxwiyanî di hevdîtineke rojnemevanî yaku Hevbendiya Niştimanî îro înê li gel hejmarek ji amûrên rojnemevanî yên xwecihî û erebî û navdewletî li dar xistiye de hat, daku li ser pirosesa siyasî biaxivin, ji bo ku rêşûnên ku Hevbendî di çarçoveya pirosesa çaksaziyê ya girêdayî bi endamtiyê û sîstema bingehîn pê rabûye diyar bike.
Û di civatê de, Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê, û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û hevrêzkarên komîte û rêvebirî û ofîsan beşdar bûn.
Û Ebdilletîf diyar kir ku armanc ji vê Komîteyê ew bû, ku ji nû de sîstema bingehîn, ji madeya yekemîn ta ya dawiyê, di bin çavan re bibin, û ev cara yekemîn e ku ev kar dibe, ji dema Hevbendiya Niştimanî hatiye damezrandin de.
Û got ku heşt endaman ji tevaya pêkhatên Hevbendiya Niştimanî di Komîteyê de beşdarî kirin, û Komêteyê reşnivîsa yekemîn bo Desteya Siyasî pêşkêş kir, û rastî gengeşeyên kûr û berdewam bi dirêjiya çar heyvan hat, heyanî ku di Desteya Giştî de bi pejrandina 60 dengî ji 64an biryar pê hate dan.
Û Ebdilltîf bal kişand ser ku hin pêkhat piştî ku lêvegera xwe ji dest dan hatin hilanîn, ji ber ku piştî deh salan gelek guherîn çûbûn, û hêzên çalak û kesayetên xwedî bandor hatin guhertin, û got ku pêkhatên nû yên ku dê derbasî Hevbendiya Niştimanî bibin, dê ji deverên rizgarkirî bin, û nûnertiya gel bikin, û cihê pejrandina cemawer bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî