Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekezî li ser pirosesa çaksaziya ku Hevbendiya Niştimanî bicih aniye kir, û cext kir ku ew piroses daxwazeke rasteqîn a gelê Sûriyê ye, û di nava ejindeya niştimanî Sûrî de hat.
Û ew jî di hevdîtineke rojnemevanî yaku Hevbendiya Niştimanî îro înê li gel hejmarek ji dezgehên rojnemevanî yên xwecihî û erebî û navdewletî li dar xistiye de hat, daku li ser pirosesa siyasî biaxivin, ji bo ku rêşûnên ku Hevbendî di çarçoveya pirosesa çaksaziyê ya girêdayî bi endamtiyê û sîstema bingehîn de pê rabûye diyar bike.
Û di civatê te Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û hevrêzkarên komîte û rêvebirî û ofîsan beşdarî kirin.
Û Elmislit diyar kir ku pirosesa çaksaziyê di Hevbendiya Niştimanî de ne tiştekî nû ye, û wê di xolên xwe yên berê de dest pê kiribû, û bal kişand ser ku ji destpêka vê xolê de diruşma wê yekîtiya rikberiyê û birêketina pirosesa çaksaziyê bû, lewra komîteyek bo vekolîna sîstema bingehîn ya Hevbendiyê û pêşinyarkirina guhertinên pêwîst ava bû, her weha avakirina komîteyeke dîtir ji bo nirxandina endam û pêkhatên Hevbendiyê û çalakiya wan ya siyasî û nûnertî.
Û Elmislit bal kişand ser ku armanc ji vê tevgerê ew e, avakirina nerîneke siyasî ya nû li ser bingeha pirensîpên şoreşê, û li gorî pêşhat û guherînên tevaya doseyên siyasî û meydanî li ser asta xwecihî û herêmî û navdewletî.
Û eşkere kir ku guhertinên sîstema bingehîn ya nû di rûniştina awarte ya Desteya Giştî yaku duh bidawî bûye de bi pejrandina bêhtirê endaman pêk hatin, herweha guhertina pêkhatên Hevbendiyê ya ji salan de pûçbûyî, û bidûrxistina endam û pêkhatên ne çalak an yên ku lêvegera xwe jidest dane hat pejrandin.
Û Elmislit got ku armanc ji pirosesa çaksaziyê xurtkirina nûnertiya rasteqîn û rewa ya kolana Sûrî ye, da Hevbendiya Niştimanî nûnertiya kolana şoreşgerî bike, û beşdariya siyasî zêde bibe.
Û Elmislit diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî dê di hefteya dahatî de bi gerekê li ser deverên rizgarkirî rabe, ji bo şêwirdariyên berfirehkirina Hevbendiyê û nûkirina xwîna laşê wê di riya tevlêkirina nûnerên sazî û fraksyonên çalak li deverên rizgarkirî, li gel encumenên xwecihî û sendîke û saziyan, û xurtkirina hebûna ciwan û jinan di nav rêzên hevbendiyê de.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya pirosesa çaksaziyê di Hevbendiya Niştimanî de bo kartêkerkirina pirosesa siyasî kir, û berdewam kir û got: “Pirosesa siyasî xistin qalibin bêberhem de, û ta niha di ti warî de berhem nedane, û di riya van qalibên berfireh re, hiştin ku rijêm ji erkên xwe bireve, û her pirojeyê pêşkêş dibû asteng dikir.”
Û tekez kir ku karê dahatî dê li ser çaksazkirina pirosesa siyasî be, di riya vekirina rêyên danûstandinê ji tevaya bendên biryara navdewletî 2254 re, û ya herî girîng Desteya Hikumdariya Veguhêz bi tevaya karînên wê ve, û danîna xiştekareke demî ji her rêyekê re, û girîngiyê bidin biryara 2254 û bendên wê, û li ser kartekêrkirina wê rawestin, ne reva berve pêşde, bi riya pirojeyên ku di şêwe û naverokên xwe de dijberî hevin, weke pirojeya Şanderê Navdewletî Geir Otto Pedersen “Gav bi Gavê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî