Sekreterê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, diyar kir ku civîna Desteya Siyasî ya ku duh Pêncşemê li dar ket, giringî da du dosyên bingehîn ên ku têkildarî hemû gelê Sûriyê ne, yek jê tevgera aştyana ya mezin li başûrê Sûriyê, û ya din helmeta leşkerî ya ku milîsên PYDe yên terorîst dibin ser Dêra Zorê.
Û Berekat bal kişand ser ku Desteya Siyasî mêvandariya hejmarek ji lêkolîner û çalakvanan ji xelkê devera rojhilatê ferêt kir, da ku li ser rewşa wê deverê biaxivin, û li ser pêngavên ku dê Hevbendiya Niştimanî di vî warî de bavêje rawestin, ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji xelkê deverê re bi armanca rawestandina tawan û binpêkirinên wan milîsan dermafê sivîlan û têkbirina hewldanên wan ên berdewam ên xerabkirina tevna civaka Sûrî.
Û Berekat tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pêwendiyan li gel aliyên aktîv di vê dosyayê de pêk tîne, û hişyariyê ji encamên kiryarên ku milîsên terorîst dermafê sivîlan li rojhilatê Firatê pêk tînin dide, her wiha rawestandina tiştê ku li wê derê çêdibe, ji ber ku ev helmet tevaya sûriyan bi hemû rengên wan armanc dike.
Û Berekat bal kişand ser ku tevgera aştiyane ya li başûr, û helmeta leşkerî ya ku ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve li rojhilatê Feratê tête encamdan, nîşanên qonaxeke girîng in, û divê hemû gelê Sûriyê xwe ji hemû guhertinên siyasî yên ku dibe ku li ser asta navxweyî û herêmî çêbibin re amade bikin.
Û Berekat tekez kir ku tişta li Siwêda çêdibe hêviya hemû Sûriyan xurt dike, ku pêkan e di demeke nêzîk de çareseriyeke rasteqîn li welat çêbibe, û dosya Sûriyê vegerîne lîsteya pêşîneyan li ser asta navdewletî.
Û Berekat got ku Hevbendiya Niştimanî kar dike ji bo bibe dengê Sûriyan di civînên navdewletî de û piştgiriya wan di tevger û berxwedana wan de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî