Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ji katijmêrên pêşî yên erdhejê ve, kar li ser avakirina komîteyeke awarte ji endamên Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî û Bergiriya Sivîl û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê kir, bi armanca bersivdana bobelatê û sivikkirina derdeseriyên kesên ziyan dîtine.
Û Berekat di daxwiyaniyeke rojnamevanî de ji rojnameya Elerebî Elcedîd re, amaje bi wê yekê kir ku komîteyê li ser du astan kar kir, yek jê hevrêzkirina karên mirovî û dabînkirina vekirina dergehên sînorî û gihandina alîkariyan bo kesên hewcedar û rakirina kavilan, û ya din kar li ser peydakirina alîkariyên navdewletî û nehiştina astengiyên li pêşiya hatina wan alîkariyan.
Û Berekat diyar kir ku Hevbendî bi gelek dewletên Ereb re ji bo pêşkêşkirina alîkariyan pêwendî danîn, û li gel desthilatên Tirkiyê kar ji bo vekirina dergehên sînorî û çaksazkirina riyên ber bi deriyê Bab Elhewa ve, li gel hewlên vekirina Bab Elselame û Elraî kir, û amaje bi wê yekê kir ku ev yek ji bo nehêlana bihaneyên civaka navdewletî yên tên dubarekirin ji bo dîtina sedeman ji paşvemana wan re.
Û derbarê pilanên dabînkirina xaniyên berdêl ji bo kesên ku malên wan wêran bûne, Berekat tekez kir ku bobelat ji şiyanên berdest mezintir e, û dever ji kok ve rastî şert û mercên dijwar di asta mirovî de ye, û erdhejê rewş xirabtir kir, û kêmasiyên civaka navdewletî di danûstandina bi Bakurê Sûriyê re eşkere kirin.
Û Berekat amaje bi wê yekê kir ku danûstandin niha li ser aliyê mirovî ye, wek dabînkirina xwarin, stargeh û dermanan, û dê nirxandinek ji avahiyên qelişî re hebe, û pêkanbûna qerbokirina kesên ku malên xwe wêran bûne an ziyan gihaye wan bê vekolînkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî