Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Sûriyê li Dewha Bîlal Tirkiye, tekez kir ku civaka navdewletî bi erkê xwe yê alîkariya kesên li bakurê Sûriyê ziyan dîtine ranebû, û saziyên navdewletî di hefteya yekem de nikarîne alîkariyan pêşkêş bikin, û got ku gelê Sûriyê ji demeke dirêj de hoyî vê paşvemana civaka navdewletî bûye.
Û Tirkiyê di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala Elcezîre-Zindî, ragihand ku rewş li bakurê Sûriyê bi sedema bobelata erdheja wêranker tirajîdî û dijwar e, û got ku navnîşana hefteya yekemîn ji bobelatê pêşvemana civaka navdewletî di hawarçûna xelkê bakurê sûriyê de bû, û paşvemana sazî û rêxistinên navdewletî di gihandina çi alîkariyê bo kesên zîyan dîtine, yên ku pêkan bû giyanê gelek kesan ji wan bihatana rizgarkirin.
Û Tirkiyê diyar kir ku divabû Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê rewşa awarte ragihandibana, û bi karê derbaskirina tîmên rizgarkirinê û alavên giran rabûbana, û ev yek pêwîstiya herî mezin bû ji bo derxistina kesên ku di bin kavilan de mane, bêyî ku tu astengî hebe, lê wan Sûrî rûbirûyî çarenûsa wan li pêşiya vê bobelatê hiştin.
Û Tirkiyê got ku durûtî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve heye, ji ber ku hejmareke mezin ji firokeyên alîkariyê gihiştin firokexaneyên Heleb û Şamê, û tekez kir ku rijêma Esed bobelata erdhejê bi awayekî siyasî bikar tîne, da ku sizayên navdewletî yên li ser wê hatine sepandin rake, û alîkariyên Netewên Yekbûyî yên ku diçin deverên rijêmê nagihêjin hewcedarên wan.
Û Tirkiyê bal kişand ku pêwîstiya gelê Sûriyê bi her tiştî heye, û ya herî girîng niha penageh in, ji ber ku kêmasî di warê konan de heye, û pêwîstiya wan bi alavên pizîşkî û alavên neştergerî û keresteyên hawarçûna lezgîn heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî