Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku pêngavên Netewên Yekbûyî ji bo gihandina alîkariyan ji Sûriyê re, diçespîne ku ew alîgiriya rijêma Esed dike, bêyî berçavgirtina giyanên qurbaniyên erdheja wêranker a ku li Sûriyê berî çend rojan rû daye û ziyaneke mezin gihandiye deverên rizgarkirî.
Û got ku libendemana erêkirina tawankarê cengê Beşar Esed ji bo alîkarî derbasî deverên wêranbûyî yên ku ew kontrol nake, bikaranîneke siyasî ye ji alîkariyên mirovî re, ji bo biserxistina tawankarê kîmawî, xwediyê bermîlên teqîner (Beşar Esed), û diyar kir ku em bi tundî tevlîbûna rijêma Esed di çi biryarekê de red dikin, ji ber ku ew nûnertiya gelê Sûriyê nake, nemaze li deverên rizgarkirî.
Û Rehmê berdewam kir û got ku em nizanin çima ev cîhan dixwaze wêneyê tawanbar Beşar spî bike, tevî ku hatiye çespandin ku wê tawanên îşkence “Qeyser” û tawanên kîmyayî, bermîlên teqîner û bi hezaran tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê pêk anîne, û pirs kir û got: “Gelo ma paşvemana derbaskirina alîkariyên lojestîk ji bo rizgarkirina kesên di bin wêraniyan de, û hiştina tîmên xwebexş bi tena wan da bi amûrên normal yên berdest wan rizgar bikin ne bes e?”
Û amaje bi wê yekê kir ku di dema ku Netewên Yekbûyî ragihandiye ku ew dê 3 heyvan dergehan veke, me ragihandiye ku deriyên di bin kontrola wê de bi awayekî berdewam vekirî ne.
Û Emîndarê Giştî diyar kir ku libendemana destûra tawankarê cengê bo derbasbûna alîkariyan ji deverên rizgarkirî re, şaştiyeke yasayî ye, ji ber ku derwaz di bin kontrola hêzên şoreşê û opozisyonê de ne, û ew xwediyên biryarê ne, ne rijêma Esed .”
Û Rehmê cextî li ser pêwîstiya destwerdana navdewletî ya bilez kir ji bo rastkirina karê Netewên Yekbûyî û vekirina vekolînan derbarê gavên ku di xizmeta rijêma Esed de davêje, û tekez kir ku gelê Sûriyê beriya erdhejê di rewşeke mirovî ya têkçûyî û di bin xêza hejariyê de dijiya, û bobelata erdhejê hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên awarte û herdem heye zêde kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî