Hevrêzkarê Tîma Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulmejîd Berekat, pêşwaziya sizayên nû yên ku Emerîka li ser kesayet û dezgehên bi rijêma Esed ve têkildar in sepandine kir.
Û Berekat tekezî li ser girîngiya xistina kampaniyên Elqatircî di nave lîsteya sizayên Emrîkî ya nû de kir, û got ku di tevaya rûniştinên me li gel Tîma Cîbicîkar ya Yasaya Qeyser di Rêvebiriya Emrîkî de, me hewildanên rijêmê yên reva ji cezayan, herweha pinpêkirinên ku rijêma Esed li ser asta bazirganiya betrolê nemaze li gel milîsên PYD pê radibe eşkere dikirin.
Û Wezareta Gencîneya Emrîkî di riya malpera xwe ya fermî re, duh duşemê, lîsteya pêncemîn ya cezayan dijî rijêma Esed û milîsên pêre alîkar in ragihand, û tê de navê 11 dezgehan û 8 kesayetên bi rijêmê re têkildar in hebûn, di nav de Wezîrê Petroêî û Milîsên Bergiriya Niştimanî jî hebû.
Û navên nû yên kesayetan ev bûn: Husam Elqatircî, Nebîl Mihemed Tuimê, Nasir Elelî, Kemal Îmad Eldîn Elmedenî, Tariq Îmad Eldîn Elmedenî, Gesan Cewdet Ismaîl, Amir Teysîr Xîtî, û Seqir Esed Elrustem .
Û lîsteya dezgehan ji Wezareta Saman û Betrolê û Girûpa Tuimê ya Navdewletî (Şam), Saziya Giştî ya Palavtina Neftê û Belavkirina Berhemên wê (Humis,) Rêvebiriya Pirojeyên Biçûk (Bazarên Azad, Şam) Kampaniya Mesafe ya Beravê (Tertûs) pêk dihat.
Her weha di lîsteyê de navê Saziya Avakirinên Leşkerî (Şam), Girûpa Xîtî (Şam), Kampaniya Erfada ya Petrolê ya Taybet(Şam), Kampaniya Palavtina Elrisafa (Reqa) û Kampaniya Salizar Ş.M.L (Beyrût) hebûn.
Û sizayên Emrîkî yên di hundir Yasaya Qeyser de tên guvaşê didin ser rijêma Esed û milîsên pêre, lê keresteyên xwirdemenî û pizîşkî an yên girêdayî bi jiyana welatiyan derveyî sizayê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî