Hevrêzkarê Komîteya Başûr ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Qedah, pêşwaziya hevdîtina ku duh êvarî di navbera kesayetên xelkê Çiyayê Horan û yên Deşta Horan de çêbûye û encamên wê yên lihevkirina li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de kir.
Û Qedah rêzgirtina xwe ji xelkê Deştê û yê Çiyê re anî ziman, li ser xebatên wan û hestê wan ê niştimanî yê bilind û hişmendiya wan li hember hewildanên çêkirina fitneyan ên ku rijêm û piştgirên wê her carê diafrînin.
Û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û hevrêziyê di navbera xelkê Deştê û yê Çiyê de û karê bi hev re ji bo berdewamiya çareserkirina tevaya kêşeyan kir, her weha berdewamiya tekoşîna ji bo rizgarkirina welêt ji zordarî û sitemkariya ku rijêma Esed ji deh salan de bikar tîne.
Û Qedah cext kir ku di çi rewşê de be; dê tevgera Sûriyan ji bo azadiyê berdewam be, û got: “Çendî xebatên xelkê Deştê û yê Çiyê û tevaya deverên Sûriyê biçûk bin an mezin bin, di encamê de dikevin ser hev de û dikeve berjewndiya sûriyê de, mîna ava şapê ya dê rijêma tewanbar û piştgirên wê bide ber xwe”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî