Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, raporeke taybet derbarê rewşa kampên derbider û koçberên li bakurê Sûriyê amade kir, û têde tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina piştgiriya lezgîn bo wan kir, daku alîkariya nişteciyan bo rûbirûbûna werzê zivistanê bête kirin.
Û Ofîsê di raporê de eşkere kir ku bêhtirê kampên li bakurê Sûriyê li nav herdû parêzgehên Heleb û Idlibê de belav bûne, û hejmara derbider û koçberên têde derdora melyon û nîvek kes e, û ew li ser 1160 kampî belav bûne, 1029 kamp jê li parêzgeha Idlibê ne, û 131 li parêzgeha Helebê ne.
Û raporê cûreyên kampan li bakurê Sûriyê û taybetmendiya her kampekê û hejmara derbider û koçberan têde, her weha agahiyên derbarê pêdviyên sereke yên bêhtirê xelkê wan kampan diyar kirin.
Û Ofîsê bal kişand ser ku kampên bêserûber yên herî hewcedarî alîkariyê ne, ji ber ku alîkariyên hawarçûnê û yên mirovahî bi awayekî kêm dighêjin wan, û bi ser de ava kazînan û ava vexwarinê û xalên pizîşkî jî li wan tune ne.
Û Ofîsê tekezî li ser pêwîstiya şopandina rewşa kampên li bakurê Sûriyê, her weha pêwendiya li gel aliyên alîkar kir, daku bala wan bikşîne ser derdeseriyên koçber û derbideran ji bo ku piştgiriyê berî destpêkirina bahozan ji wan re pêşkêş bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî