Hevrêzkarê Tîma Kar a Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ebdulmajid Berekat, dît ku pirkirina avakirina kampaniyên balefirên taybet li Sûriyê ji aliyê rijêma Elesed ve, tevî ziyanên mezin yên ku kampaniyên balefiran li seranserî cîhanê dibînin, armanca gewherî jê ew e ku rijêm ji sizayên Yasaya Qeyser bireve.
Û Berekat got ku Hevbendiya Niştimanî di her hevdîtinekê de di bîra aliyê Emrîkî aniye ku rijêma Elesed dikare ji sizayan birengekî temamî bireve, di riya avakirina sîstemeke aborî ya derveyî dewletê, ji ber ew mîkanîzma dê bihêle ku aboriyeke din beranberî ya dewleta Sûriyê biafrîne, di riya wekîlên Ereb û biyanî re.
Û Berekat got ku rijêm di riya têkliyên xwe yên aborî re, hewil dide ku kompaniyên nû damezrîne, daku ew wek berdêl bin jêre li şûna karta balefiriyê ya bi rijêmê ve girêdayî, a ku rastî cezayên Emrîkî hatiye, û bal kişand ku tiştê dibe di warê damezrandina kampaniyên balefiran de li dû hev perçeyek e ji pilana xapandinê ya dijî Yasaya Qeyser.
Û Berekat bal kişand ku Yasaya Qeyser ta niha, û tevî derketina sê lîsteyên sizayan , berve armanca xwe ya aborî neçûye.
Û Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de û Hevrêzkarê Tîma Karê Yasaya Qeyser di Hevbendiyê de, tekez kir ku ev yasa ta niha girîngiyê dide aliyê siyasî û raghandinî, û navên hin kesên di lîsteya sizayan de hatine, bi çi rengî têkliya wan bi aboriyê re nîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî