Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwaza lidaexistina civîneke awarte ji Komkara Erebî kir, ji bo gengeşekirina gefên mezin ên li ser yekbûna Sûriyê hene, ji encama kiryarên milîsên PYD.
Ev yek di nameya ku serokê Hevbendiya Niştimanî Dr.Neir Elherîrî de hat, ya arasteyî Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Ebû Elxêt, kiribû, derbarê Tewanên milîsên PYD û karên wan ên koçberkirina kotekî û guhertina demografî derheqê gelê Sûriyê.
Û Elherîrî di nameya xwe de, diyar kir ku derdeseriyên gelê Sûriyê li parêzgehên devera rojhilat , Dêra Zorê, Reqa û Hesekê, roj bi roj pirtir dibin, ji ber lezbûna bûyeran li wê deverê di dema dawî de, û got ku milîsên PYD yên bi ser PKKya terrorist ve, hewil didin defakoke cudakirinê bi devê tivingê li deverê ferz bikin.
Û bal kişand ser ku ew milîs siyaseteke nijadperestê ya rêbazkirî birêve dibin, di riya sepandina rêbazên xwendinê yên idyolojîk ên ku nefretê dinav gel de peyde dikin re, û hewil dide nifşên tên dûrî erebbûn û misilmanbûna wan bibin, û gefê li ser yekbûna Sûriyê û nirxên gelê wê peyda dikin, û got ku vê yekê hişt gelek ji dê û bavan berê xwe bidin koçberiyê ji bo hînkirina zarokên xwe, û yên mane jî naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanan.
Û got ku riftarên van milîsan bi hewlên destdanîna li ser xak û malan û rewakirina wê yekê bi riya yasaya ku navê wê kirine yasaya numare 7, ya ku rê dide destdanîna ser xak û malên xelkê, ji bo bikaranîn û veberhêna wan di dema ku xwedanên wan bi rengekî bi mebest koçber kirine, û bal kişand ser ku tevlî rawestandina vê yasayê jî, lê derxistina wê yasayê bi xwe û berdewamiya rêvebirina malûmilkên kesên ne amade, pilanên van milîsên terrorist ji bo dubarekirina ezmûna destdanîna ser malên erebên Filestînê li ser destê Israîla dagîrker tîne bîra mirov.
Û serokê Hevbendiyê got milîsên PYD dest datînin ser mal û samanên deverê û zeviyên wê yên petrolê, û wan pereyan ji bo kirîna aqaran ji bercewendiya şaxên xwe yên bi ser Qendîlê bikar tînin, ji bo guhertina hevsengiya abûrî û civakî li Sûriyê.
Û amaje kir ku PYD rewşa jiyana dijwar a xelkê di dema şewitandina zeviyên çandiniyê bi rengekî bi bebest du salan li ser hev derfet dibîne, û nahêlin ew berhemên xwe yên çandiniyê bi nirxekî bêtir bifroşin deverên din, li şûna nirxê kêm ê ku ew ferz dikin, û amaje kir ku ew siyaseteke bi mebest e ji bo feqîrkirina xelkê , da wan ji bo leşkeriyê bikar bînin yan jî koçber bibin.
Û Elherîrî di nameya xwe de behsa pirosesên işkencekirin û girtin û bêserûşûnkirina kotekî û serkutkirina wan dijî kesên siyaseta wan ret dikin, û helmetên leşkeriya neçar kir, û diyar kir ku nîşan hene li ser kirina van milsan ji karên terorîstî re, têde teqemeniyan bi rengekî pîşeyî bikar tînin.
Û li gor biryara Komkara Erebî ya numare 7572 ya 12/11/2012, ya dibîne ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî nûnerê rewa yê gelê Sûriyê ye , û ew axêverê bingehîn e li gel Komkara Dewletên Ereb, herweha li gor biryara wê ya 7595 ya 6/3/2013, ya têde daxwaz kiribû ku Hevbendî kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de wrbigire, Elherîrî daxwaza civîneke awarte li Komkara Erebî kir , ji bo gengeşekirina vê mijarê, û çareserkirina bandorên wê yên nerênî, û vexwendina Hevbendiya Niştimanî ji bo amadebûna civînê, da hûrgiliyên kêşeyê şirove bike.
Û tekezî li ser giringiyabirîna Komkara Erebî ji tevaya têkiliyan li gel milîsên PYD re, û wê wek gefekê li ser ewlehiya netewî ya erebî bibîne kir, û daxwaza derxistina daxwiyaniyeke lezgîn ji Emîdarê Giştî yê Komkarê kir, tê de piştgiriya daxwazên wan bike û kiryarên desthilata PYD pirotesto bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî