Hêzên rijêma Elesed û siponserê Rûsî di binpêkirinên rêkeftina agirbestê de li Bakurê Sûriyê berdewam in, û Berevaniya Sivîl ya Sûrî 94 binpêkirên ji aliyê herdû aliyan ve pêkhatine serjimêr kirine.
Û Berevaniya Sivîl di infografeke xwe ya taybet bi binpêkirinên agirbestê de, anî ziman ku êrîşên hêzên rijêmê û Rûsiya bûn sedema kuştina 5 kesan û birîndarbûna 11 kesan, di nav de 2 zarok, 3 jin û 6 mêr hebûn.
Û êrîşên rijêmê û Rûsiya 56 mal û bazareke gelêrî , 6 daristan di riya 6 êrîşên asîmanî û 2 mûşekên zemînî û 78 bombebaranên bi topxaneyan û 8 bi topavêjên mûşekî armanc kirin.
Û çalakvanên xwecihî hişyarî dan ji berdewamiya binpêkirinan ji aliyê rijêmê û Rûsiya ve, ji ber ku tirsê li ba xelkê deverê ji vegera operasyonên leşkerî li gundewarê Idlib û Helebê bakurê Sûriyê çêdike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî