Hikûmeta Sûrî ya Demkî, tekezî li ser berdewamiya Navenda Xizmeta Welatiyan di pêşkêşkirina xizmetkariyan de ji bo welatiyan ji sala 2016an de dike, tevî karê pesendkirina belgenameyan, û bal kişand ku Ofîs di vê çarçoveyê de rastî astengiyên cuda cuda tê.
Û di daxwiyaniya ku malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî, îro şemiyê, weşandiye, Hikûmetê eşkere kir ku Ofîs bi karê pesendkirina bawernameyên qonaxên cûrbecûr radibe, û tevaya belgeyên ku Ofîs werdigere vedughêze Hikûmeta Sûrî ya Demkî, û got ku di rojên normal de radestkirin û wergirtin bi destan an bi postê dibû, li gorî perensîpên van cûreyan, û bal kişand ku di bin siya rewşa tenduristî ya niha de radestkirina bi destan hate rawestandin, û radestkirin tenê di riya postê re ye, wek pabendî bi rêşûnên xweparastinê yên aliyên pispor li Tirkiyê bideranîne.
Û daxwiyaniya Hikûmetê got ku Ofîsê karê xwe bi hejmareke pir biçûk ji karmendan birêve dibir, ji ber ku berî bi demekê tevaya karmend û malbatên xwe ve di veqetîngeha tendirustiyê de bûn, ew jî li gorî rêkarên tenduristî yên girêdayî bi vîrosa korona bû, û ofîs 14 rojan hate girtin, ew jî bû sedema paşxistina kar di demeke dirêj de, lewra belge pir ser hev kombûn.
Û berdewam kir û got piştî rakirina veqetandina tendirustiyê derdora 2,000 belgeyên ku pesindkirinê dixwazin li postê ofîsê kom bûn, ji ber wê katijmêrên kar zêde bûn, û diyar kir ku tîma kar ya niha bi hemû hêza xwe dixebite daku wê valahiyê dagre.
Û Hikûmetê bal kişand ku niha derdora hezar belgeyî hatiye bidawîkirin, her weha derdora 50 belgeyî herroj tên ba Ofîsê, û Hikûmetê tekez kir Ofîs dê hewilên xwe bike daku di deh rojan de hemû belgeyan bidawî bike.
û Hikûmetê tekez kir ku pêwendî li gel Wezareta Perwerde û Fêrkirina bala ya Tirkîyê lidar xistin, û daxwaz jê kir ku divê bi awayekî taybet bi xwendekarên Sûrî re bide û bistîne, ji ber awartebûna girêdayî bi dabînkirina bawernameyan û pesindkirina wan, û got ku Wezareta Tirkî di vî warî de pir alîkar e.
Û Hikûmeta Sûrî ya Demkî got ku ti agahî li ba wê tune ne derbarê çi xwendekarê Sûrî ku tomarkirina xwe li zanîngehê rawestiyaye bi sedema derengmana xizmetkariyên navenda xizmetkariya welatiyan, an bi sedema derengmana gihîştina bawernameyan.
Û Hikûmeta demkî cext kir ku astengiyên rastî tîma kar tên ne tenê ji ber kombûna belgeyan ne, an kêmbûna kadroyên kar e, û got ku pir kar û berpirsîyên rasteqîn têkliya xwe bi shekirina belgeyan re hene, ger ew belge resen in an sexte ne, an hin guhartin li ser çêbûne, û bi ser de navend rastî pirsgirêkên cûrbrcûr tê, û pir ji wan pirsgirêkan ji ber hebûna simsaran e.
Û Hikûmetê bal kişand ku navend di şopandina tevaya giliyan û şehkirina her belgeyekê û karê çareserkirinê de berdewam e, û got ku ew xebatê dike daku asta xizmetkariyê û lezgînkirina xizmetkariyan bilind bike, û hîn bêhtir ji Sûriyan re pêşkêş bike, û karibe berve asta hêviyên gelê Sûrî hilkişe, û bi rengekî rasteqîn û cidî navendekî nimûneyî be, ji bo xizmetkariya welatiyên Sûrî li Tirkiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî