Sekretêrê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Riyad Elhesen, eşkere kir ku rijêma Elesed siyaseta ku ji destpêka şoreşê di sala 2011an de bikar aniye, ji bo ku xwe ji hejmareke mezin ji welatiyên Sûrî yên siyasta hikumdariya rijêmê ret dikin xelas bike dişopîne.
Û bal kişand ku biryara nehêlana derbabûna welatiyên Sûriyê bo xaka welatê xwe bêyî ku 100$ Emrîkî bi pereyên Sûrî xwirde bikin, wek cîbicîkirinê ji teyora wekheviya regezî yaku Serokê rijêmê li ser axiviye tê, her weha karê derxistina kêşeyên xwe berve dewletên derdorî Sûriyê û dewletên cîhanê, wek hewildanekê ji bo ku bihêle civaka navdewletî careke din wê pesend bike.
Û Elhesen got ku rijêm ji bo gihiştina vê nerînê , şêweyên hovane bikar anîn, bi kuştinê ta dorpêçkirin, birçîkirin, koçberkirina kotekî ta rûxandina xaniyan, û bal kişand ku ew jî li rex zincîreke ji yasayên zordar de het, yên endeziyariya demografî diçespînin, wek yasaya qedexekirina terorê a ku rikberên siyasî armanc kirine, û yasayin girêdayî bi destdanana ser malûmilkên koçber û penaberan.
Û Elhesen cext kir ku biryara sepandina xwirdekirina sed dolarê Emrîkî di nav van biryaran de tê, ji ber ku ew şêweyeke nû ye ji şêweyên talankirina pereyên Sûriyan, û berdewamiya riya gendeliyê yaku rijêm li ser dijî.
Û dît ku ev biryara wek jêdereke nû ye ji bo piştgiriya pirosesên leşkerî, û xerckirina pera li ser şebîha û milîsên mezhebî yên ku rijêmê anîne Sûriyê, piştî têkçûna aborî yaku di dû sizayên aborî yên navdewletî li ser wê, her weha li ser piştgiryên wê yên Îranî û Milîsên Hizbull hatine sepandin hat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî