Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berkat, got ku di şiroveya dawîn ya ku Şanderê Navdewletî Geir Pederson li pêşiya Encumena Ewlekariyê derbarê Sûriyê pêşkêş kiriye de, gelek bûyerên bibandor li Sûriyê hatine piştguhkirin.
Û Berekat di axaftina xwe ya taybet bo Ajansa Sena de, bal kişand ser ku bi dirêjiya salên erkdariya Şanderê Navdewletî li ser vî karî, û tevî şiroveyên wî yên li pey hev, ta niha nexşeya durust ji çareya siyasî re pêşkêş nekiriye, yaku gerekbû ku li gor dosyên parel di demeke nîşankirî de li gor xalên biryara navdewletî 2254 bana, daku bighêje veguhastina siyasî li Sûriyê û serdema stemkarî û terorê bidawî bîne, û sînorekî ji derdeseriyên gelê Sûrî yê li Sûriyê û yê li derve re deyne.
Û Berekat bal kişand ser ku şanderê navdewletî di şiroveya xwe de behsa binpêkirinên mezin yên ku milîsên PYD yên terorîst dijî deverên rizgarkirî di riya bombebaran û teqîn û operasyonên teroristî re pê radibin nekir, di dema ku bal kişand ser pirsgirêkên ku rojekê di navbera beşên leşkerî li bakurê Sûriyê derketibûn.
Û li ser tiştê ku di şiroveya Şanderê Navdewletî de hatiye derbarê pêwîstiya amadekirina rewşa guncaw bo vegera penaberên Sûrî, Berekat tekez kir ku astengiya bingehîn li pêşiya vegera penaberên Sûrî, rijêma Esed û milîsên pêve girêdayî ne, yên ku ew anîne Sûriyê ji bo bi wan gelê Sûriyê bikuje û sûriyan koçber bike, û divabû balê bikişîne ser vê yekê.
Û derbarê Komîteya Destûrî, Berekat rijdiya Şanderê Navdewletî li ser pêşniyara wî ya “Gav bi Gavê” tevî ku Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî ev bîrok ret kiribûn şermezar kir, û ji Şanderê Navdewletî daxwaza pabendiya bi biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê kir, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 û derneketina ji naveroka wan.
Û berdewam kir û got ku şiroveyê behsa jikarxistina berdewam a rijêma Esed ji pirosesa siyasî û karên Komîteya Destûrî re nekiriye, lêbelê berovajî wê yekê, şiroveyê riklam ji rijêmê û normalkirina têkliyan pêre çêkir.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser axaftina Şanderê Navdewletî derbarê daxwaza berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re kir, û Berekat cextî li ser pêwîstiya karê cidî û rêkûpêk di lezkirina veguhastina siyasî de yaku dê tirajîdiya koçber û derbideran bidawî bîne kir, û bal kişand ser ku pêwîst e nehêlin ku Rûsiya keysê ji dosya sûriyê di riya mijara alîkariyên mirovî re bîne, û giring e civaka navdewletî kar li ser derbaskirina alîkariyan di riya xalên sînorî re bike, bê ku rê bide rejîma tawankar û piştgirên wê ku bêhtir keysê ji dosyê bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî