Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pesnê rola dewletên ereb yên bira, nemaze Erebistana Siûdî û Komara Misra Ereb, di retkirina beşdariya rijêma Esed di Lotkeya Erebî ya ku çavrêkirî ye li Cezayêr lidar bikeve de, û rijdiya wan li ser bidûrxistin û vergirtina rijêmê, da.
Û Elmislit tekez kir ku helwesta Erebistana Siûdî û Komara Misra Ereb ya neguhêr ne cihê matmayînê ye, û helwestên wan ên retkirina biserxistina rijêma Esed bilind nirxandin, û daxwaza pêşkêşkirina piştgiriyên bêhtir bo doza Sûriyê û pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê kir, û rêz û hurmeta xwe bo gelê Misrê yê ku Sûrî li ser xaka xwe bi germî û comerdî hembêz kirine anî ziman.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya avakirina helwesteke erebî ya yekrêz dijî rijêma Esed ya tawanbar ya ku rê li pêşiya pirojeyê Tehranê yê wêrankarî li deverê xweş kiriye kir, rijêma ku serê milîsên Îranê û nandoz û nokerên wê ji wan re berdaye, daku terorê li Sûriyê û li ser sînor belav bikin, ev yek jî metirsiyekê li ser hemû welatên ereb ên bira çêdike.
Û Elmislit got ku ruxandina rijêma Esed ji bo gelê Sûriyê yê ku derdeseriyên wî ji yanzde salan de berdewam in dê serkeftin be, û birayên ereb jî dê ji metirsiya pirojeyê Tehranê yê terorîstî rizgar bibin, û rola Sûriyê ya kartêker li ser asta erebî û herêmî vegere.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku gelê Sûriyê bi giştî pişta xwe bi rola birayên Ereb girêdide, ji bo rizgarbûna ji vê tirajîdiya kujer û vê rêjîma terrorist.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî