Hevrêzkarê Tîma Kar a Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilmecîd Berekat, tekez kir ku milîsên Hizbullah ya Libnanî di derbaskirina keresteyên qedexekirî li gorî lîsteya Qeyser li Sûriyê berdewam e.
Û bal kişand ku wan milîseyan veguhastina keresteyên qedexe berdewam kir, nemaze çek û teqemenî û keresteyên locistî, çi di riya dergehên sînorî yên fermî di navbera Sûriyê û Libnanê re bin, an di riya dergehên çolbir yên nefermî li Qelemona Rojava re bin, yên ku berê partî bi armanca qaçaxiya madeyan berî cîbicîkirina Yasayê ava kiribû, û bal kişand ser ku ew dergeh di bin kontirola endamên hizbullah de ne.
Û Berekat bal kişand ku milîsên Hizbullah û yên rijêmê palê didin ser dergehên ne fermî li Qelemona Rojava ji destpêka cîbicîkirina yasaya Qeyser de, û got ku veguhastina keresteyên qedexe di riya dergehên fermî re di dema qedexekirina çûn û hatinê û rêşûnên xweparastinê yên rijêmê û Libnanê di girtina dergehên sînorî de bikar anîne , bi sedema korona berdewam bû.
Û Berekat eşkere kir ku milîsên Hizbullah wan keresteyan di riya erebeyên girtî re vedighêze Sûriyê, di bin navê keresteyên xwarin û pizîşkî û alîkariyên mirovahî de, ji ber ku ew sê made derveyî cezayên yasaya qeyser in, û tekez kir ku di wan tirombêlên barkirî de çek û teqemenî hebûn, û di wan deman de di nav barên tirombêlan de madeyên sotemenîyê jî hebûn.
Û diyar kir ku Tîma Kar a Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyarî da Tîma Cîbicîkirina Qeyser di Rêvebiriya Emrîkî de, ji pilanên ku milîseyên Hizbullah û rijêmê pê radibin, û got ku me nexşeya rêkên çiyan yên ku Hizbullah di derbaskirina keresteyên qedexe re bikartîne pêşkêş kir.
Û berdewam kir û got ku me ji tîmê Emrîkî re tekez kir ku rijêmê dewleta Libnanê wek meydan ji xwe re bikar tîne, daku ji cezayên Yasaya Qeyser bireve, û me daxwaz kir ku lîste navên Libnanî yên ji Hizbullah û rijêmê ve nêzîk vehewîne, wek ku çawa di lîsteya vê dawiyê de hatî, ji ber ku têde du navên ku rijêm û Hizbullah xwe bi wan dispêrin di veguhastina pere û sipîkirina peran de hatibûn.
Û tekez kir ku lîsteya dawiyê milîseyên Hizbullah pir êşand, û pê hestbûn ku yasaya Qeyser li bingeha rijêmê û Hizbullah dixe, û tenê keresteyên têkliya xwe yekser bi debara jiyana sivîlan heye awarte dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî