Bi boneya roja cîhanî ya mamosteyan, yaku cîhan salane di 5 heyva çiriya pêşîn de lidar dixe, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di bîra civaka navdewletî tîne, da bi berpisyariya xwe derbarê karta hîndariyê bi awayekî giştî û mamoste û şagirt û xwendekaran bi awayekî taybet li Sûriyê rabe.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku deh Salên bûrî pirojeya wêrankirina rêbazkirî dermafê karta hînkirinê li Sûriyê pêkhat, û bombebarana ku rijêma Esed û Rûsiya dijî dibistan û navendên hînkirinê pêkanîne û ta niha didome, pilaneke hewildanê ye ku Sûriyê bikin cihê nezanî û tariyê, û rê li pêşiya saziyên gelê Sûrî û saziyên şoreşê bigrin, daku nehêlin bi rola xwe di avakirina nifşekî azad û rewşenbîr ê Sûriyê ava bike rabe.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku tevî hemû xebatên dibin, lê hîn pir piştgirî têne xwestin, nemaze di rewşên tenduristî yên girêdayî bi bêtara korona û bandora wê li ser pirosesa siyasî de, û pêwîstiya dabînkirina alavên pêwendiyê û koputer û telîfonan heye, ji bo karibin ji dûr ve pirosesa hînkirinê bişopînin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser karê ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî û hejmarek ji saziyên hînkirinê dikin, ji bo ku warên hînkirinê yên heyî biparêzin, û çak bikin, û rahênana bêhtir bo kadroyan bikin, daku wan saziyên bedrest wek tê xwestin bikar bînin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku hînkirin dergeheke berve pêşeroja welêt û deverê ye, û tekez kir û got ku ger di vî warî de em biser nekevin tê wateya têkçûna ku dibe bi dehên salan berdewam bike, û divê xebat û piştgirî duqat bin, û civaka navdewletî û herêmî bi awayekî cidî erk û berpisyariyê hilgire.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya taybet bi vê boneyê pesnê rola mamosteyan da, û xebat û pêdarî û berdewamiya wan di pêgirtina pêkanîna nameya xwe û amadekirina nifşên Sûriyê ji pêşerojê re bilind nirxand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî