Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, xweşhaliya xwe bi sizayên Emrîkî yên nû dijî piştgirên milîsên hizbullah ya Libnanî anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya nehêlana wan milîsan û rijêma Esed û Îranê ku bighên wan diravan kir, daku bo pirojeyên wan yên teroristî li deverê neyên bikaranîn.
Û Berekat bal kişand ser ku rijêma Esed û milîsên Hizbullah û Îran hewldanên xwe di riya kesayet û kampaniyên nû re bi awayekî berdewam dikin, daku li sizayan bizîvirin, û got ku Komîteya Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî de li gel berpirsên Yasaya Qeyser di Rêveberiya Emrîkî de kar li ser şopandina wan aliyan û dîtina wan dike, daku sizayan li ser wan piştgiran bisepîne.
Û Berekat bal kişand ser ku sepandina hîn bêhtir dorpêçkirin û sizayan li ser milîsên Huzbullah û rijêma Esed û Îranê, yek ji fişarên girîng e, daku bihêle ew terorist tawanên xwe rawestînin, û ewlehî û aramî li deverê vegere.
Û Berekat cext kir ku sizayên nû nerastiya nûçeyên ku rijêma Esed û milîsên Huzbullah derbarê niyeta rêvebiriya Emrîkî ku dê di cîbicîkirina Yasaya Qeyser de ne cidî bin belav dikin, diyar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî