Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ebdulmecîd Berekat, kêfxweşiya xwe bi sizayên nû yên ku Wezareta Xizînedariya Amerîkî li ser hejmarek kes û dezgehên ku piştgiriya rêjîma Esed dikin ji bo reva ji sizayên navdewletî sepandine diyar kir, û tekezî li ser giringiya berdewamiya peyketina kesên ku danûstandinê bi rejîmê re dikin û operasyonên darayî yên neyasayî û bazirganiya madeyên hişber ji bo wê hêsan dikin kir.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku Hevbendiya Niştimanî bi berdewamî ligel aliyên Amerîkî di rêya Komîteya Cîbicîkirina yasaya Qeyser re kar dike ji bo eşkerekirina hemû rêbaz û operasiyonên ku rêjîma Esed bi rêya wan hewl dide xwe ji dorpêçan derxîne û ji sizayan bireve.
Berekat amaje bi wê yekê jî kir, ku pêwîste rêkarên sizayan li ser saziyên bingehîn ên piştgiriya rejîmê dikin rasterastir bin û dûrî jiyana welatiyan bin, û hevdem bin ligel siza û tedbîrên siyasî.
Duh, Sêşemê, Wezareta Xizînedariya Amerîka, sepandina sizayan li ser 11 kes û saziyan ragihand, ji ber piştgiriya wan ji rêjîma Esed re bi rêya operasyonên darayî yên neyasayî, û bazirganiya bi madeyên hişbir wek Captagon, û sûdewergirtina ji keresteyên Sûriyê.
Her weha Xezîneyê di daxuyaniyekê de got: “Sûriya bûye hilberîner û hinardekareke sereke ya Captagonê, ew madeya ji cûrê Amfetamîn e, a ku bi awayekî neqanûnî li seranserê rojhilata navîn û Ewropayê hatiye qaçaxkirin, û ev yek ji rejîma Esed re qezencên mezin peyda dike.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî