Emîndarê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ebdulbasit Ebduletîf, berdewamiya tawanên milîsên PYDê yên terorîst li dijî sivîlên rojhilatê Firatê şermezar kir, ku ya herî dawî kuştina du sivîlan li bajarê Zîban bû, yek ji wan zarokek bû, û girtina hejmarek ji xelkê bajarê Elsuwer li gundewarê Dêra Zorê.
Ebdulletîf tekez kir ku tawanên ku li dijî sivîlan li rojhilatê Feratê pêk tên dubarekirina tawanên hovane yên rêjîma Esed in, yên ku ji 13 salan ve pêk tîne ye, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku vekolînên zelal derbarê van tawanên ku rojane tên encamdan pêk bînin û berpirsyarên wan dadgeh bikin.
Ebduletîf daxwaza rawestandina piştevaniya van milîsan û bihêzkirina xelkên deverê kir da herêman xwe birêve bibin û biparêzin, û nema piştgiriya nimûneyeke stemkar a mîna rêjîma Esed were kirin.
Tê zanîn ku hin torên nûçeyan ên xwecihî tekez kiribûn ku milîsên terorîst ên PYDê sêşema borî êvarî, zarokê 14 salî Hemûdî Ezîz Îsmaîl El-Hemîde û Samir Se’dûn Elki’êran di dema serdegirtina bajarokê Zibyan li devera Latwa li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê kuştin.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku çekdarên PYDê yên terorîst 7 welatiyên sivîl li bajarokê El-Suwer ê li bakurê parêzgeha Dêrezorê girtin ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandanekê de li dijî van çekdaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî