Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hadî El-Behra, tekez kir ku bidawîkirina derdeseriya awareyan li kampa Rukban bi awayekî dadperwer berpirsiyariya Netewên Yekgirtî ye, û rexne li kêmasiyên wê yên “bêbehane” di pêşkêşkirina piştgiriya mirovî ji bo rizgarkirina jiyana niştecihên kampê kir.
El-Behra diyar kir ku êş û azarên mirovî li kampa Rukban a Sûriyê her ku diçe girantir dibin, piştî barana ku di rojên bûrî de li deverê hat û ziyanek mezin gihand konên penaberan, ev jî nîşan e ku ev yek ji ber têkçûna “bêbehane” ya Netewên Yekgirtî û rêxistinên wê, di gihandina alîkariyên rizgarkirina jiyanê ye bo wê deverê ji ber dorpêçkirina rêjîma Esed û alîgirên wê li ser kampê.
El-Behra tekez kir ku Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî berpirsyarên bidawîkirina êş û azarên awareyên kampa Rukban bi awayekî dadperwerane ne, nemaze ji ber şert û mercên dijwar ên ku malbatên kampê têde dijîn di warê bicihbûn, xwarin û dermanan û hemû pêdiviyên jiyanê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî