Duh, Pêncşemê, Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya asayî lidar xist û tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî ya dosya Sûriyê gotûbêj kirin, û çalakiyên bîranîna şoreşa Sûriyê nirxandin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, kurteyek li ser kar û xebatên desteya serokatiyê pêşkêş kir, têde behsa beşdarbûna di çalakiyên bîranîna şoreşa Sûriyê de, serdana malbata zarokê nûhatî Ehmed Mamo li Cindirêsa gundewarê Efrînê û pêşkêşkirina sersaxiyê ji wan re kir, her weha pêkanîna hejmarek ji civînan li Efrînê ligel birayên Kurd û Êzîdîyan bi boneya cejna Newrozê.
Cîgirên Serok û Emîdarê Giştî raporên kar û xebatên xwe yên di heyama borî de pêşkêş kirin, û piştre desteya siyasî li raportên li ser karê nûnergeh û ofîsên hevbendiyê li (Qeter, Almaniya, Fransa, Îtalya, Misir, Urdun, Gaziantep, Îyaleta Hatayê, Îyaleta Mêrsînê û ofîsa Hevbendiya Neteweyî li Ezazê) guhdarî kirin.
Kesên amade li xwendineke siyasî derbarê encamên asayîkirina têkiliyên Ereban bi rêjîma Esed re piştî salekê ji vegera rêjîmê bo nav Komkara Erebî guhdarî kirin, û behsa şiroveya vê dawiyê ya şanderê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen li pêşya Encûmena Ewlekariyê kirin. Her weha pirojeya ku Netewên Yekgirtî dixwaze li ser kar bike derbarê avakirina sindoqeke qerzdanê ji bo fînansekirina pirojeyên çakirina zû li Sûriyê û bandorên wê , bi taybetî ku navenda wê li Şamê ye, hat gotûbêjkirin.
Beşdaran her weha li rapora leşkerî ya ku ji aliyê fraksyona leşkerî ve li ser pêşhatên dawî yên meydanî û rewşa leşkerî hate pêşkêşkirin guhdarî kirin.
Û raporên xebatê yên ku ji aliyê Girûpa Karê Yasayî û Mafên Mirovan, Girûpa Kar a Cezîrê û Ferat û Girûpa Kar a Penaber û Derbideran ve hatine pêşkêşkirin gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî