Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, bi rêveberê rêxistina “Emergency Smiles” ya Îtalî Francesca Bellini û hejmarek ji endamên rêxistinê, li baregeha rêxistinê re li Romaya paytexta Îtalya civiya.
Bellini danasînek li ser rêxistina nehikûmî ya bijîjkî pêşkêş kir, ew saziya ku kar dike ji bo peydakirina piştevaniya pizîşkî û neştergerî ji zarokên li welatên nûpêşdikevin re, nemaze di warên neştergerî û serrastkirina şêwazê rû de, bi mebesta vegerandina ken li rûyê zarokan bi rêya pêşkêşkirina çareseriyên neştergerî yên bêberamber û başkirina awayê jiyana wan.
Bellini bal kişand ser ku yak ji çalakiyên rêxistinê ew e, şandina şandeyeke bijîjkî ya xwebexş a ji 300 bijîjkan pêk tê, ji bo çêkirina operasyonên taybet, her weha perwerdekirina kadroyên bijîjkî yên herêmî ji bo dabînkirina û serxwebûna karûbarên bijîjkî bi awayekî berdewam, û peydakirina piştgirîya bijîjkî, wek amûrên bijîjkî, derman û materyalan, û her weha veguhestina kesên rewşa wan aloz e bo Italyayê ji bo temamkirina dermankirinê.
Ji aliyê xwe ve hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran Ehmed Bekûra, xebata mirovî ya rêxistinê bilind nirxand, û ji wan re şert û mercên jiyana Sûriyan û pêdawîstiyên wan şirove kirin, û daxwaza hevkariyê ji bo piştgiriya penaberên sûrî li welatên cîran kir, û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo baştirkirina jiyana awareyan û civakên ku mêvandariya wan dikin bi rêya sazkirina pirojeyên pizîşkî li herêmên rizgarkirî li bakurê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, Bellini teqezî li ser amadebûna rêxistina xwe kir ji bo hevkarîya di warê pizîşkî û hawarçûnê de ji bo xizmetkirina penaber û awareyên Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî