Berevaniya Sivîl ya Sûrî, tekez kir ku berdewamiya êrîşên terorîstî yên hemû cureyê metirsiyê li ser jiyana sivîlan li bakur-rojavayê Sûriyê çêdikin, û rewşa bêaramiya berdewam a ji berî zêdetir ji 12 salan ji cenga rijêmê û Rusya ve disepîne.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku êrîş, çi bi otombêlên mayînkirî bin an di riya bombebaranên rijêma Esed re bin, derdeseriyên sivîlan li deverên bakur-rojavayê Sûriyê pirtir dikin û jiyana wan dixin bin gefê de.
Û Rêxistinê anî ziman ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ji yasaya navdewletî ya mirovî re ye, di dema ku civaka navdewletî xemsar e di warê sizadana tawankarên ku tawan dermafê Sûriyan pêk anîne.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku armanckirinên vê dawiyê bûn sedema komkujiyeke metirsîdar, û di encamê de 5 kes hatin kuştin, zarokek jî di nav wan de hebû, û 3 kes jî birîndar bûn, zarokek di nav wan de jî hebû, ji ber teqîna otombêleke mayînkirî duh yekşemê êvarî li gundê Şawa li devera Elraî li rojavayê Helebê, her weha birîndarbûna 3 zarokan, birîna yekî ji wan kûr bû, ji encama bombebarana hêzên rijêma Esed û Rusya ya ku malên sivîlan li bajarokê Elbara başûrê Idlibê armanc kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî