Berevaniya Sivîl ya Sûrî, êrîşên rêjîma Esed, Rûsya û milîsên girêdayî wan li ser bakurê rojavayê Sûriyê di heyva tîrmehê de serjimar kirin, û got ku di encama êrîşan de sivîl bû qurbanî.
Û Berevaniya Sivîl di raporeke xwe de tekez kir ku hejmara êrîşên hêzên rêjîma Esed, Rûsiya û milîsên bi wan ve girêdayî di heyva tîrmehê de giha 75 êrîşan, û di encamê de kuştî, birîndar û wêrankirina malan hebûn.
Û Berevaniya Sivîl diyar kir ku di êrîşên rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser bakurê rojavayê Sûriyê de, 20 kes hatin kuştin, 8 ji wan zarok û 2 jin bûn, û 34 kes (13 zarok û 4 jin) birîndar bûn.
Û Berevaniya Sivîl di raporta xwe ya mehane de, bal kişand ser ku operasyonên wan ên lêgerîn û rizgarkirinê , li 40 xal û navendên nişteciyan li bajar û bajarok û gundên bakurê rojavayê Sûriyê hatine encamdan.
Û Raporê bal kişand ser ku tîmên Berevaniya Sivîl di meha tîrmehê de hejmara herî zêde ya qurbaniyan di encama bombebaran û êrîşên leşkerî yên Rêjîmê, Rûsiya û milîsên bi wan ve girêdayî ji destpêka vê salê de belge kirine.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku tawankariya rêjîma Esed, Potîn û hevalbendên wan bi dirêjiya salên bûrî ranewestiyane, û ew guh nadin rêkeftin û bangewaziyên agirbestê, ji ber nebûna helwesteke navdewletî ya cidî û rêgir dijî wan, tevî hebûna belgeyên berfireh û tam yê tawankarên tawanan û qurbaniyên wan yên bêguneh.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku hiştina gelê Sûriyê di bin gefa firokên rêjîma Esed û hevalbendên wê de tawanek e û civaka navdewletî ji ber bêdengî û xemsariya xwe berpirsyar e, ji ber ku tawan berdewam e, û xwîna sûriyan ji yanzdeh salan ve zuwa nebûye, bêyî gavên bibandor ji aliyê civaka navdewletî ve, bo sizakirina vê rejîmê an derxistina wê ji Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî