Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, nanpêjxaneyeke otomatîkî ya girêdayî Dezgeha Giştî ya Dexl û Dan (Dezgeha Giştî ya Firneyan) li bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê vekir.
Û rêweresmên vekirina firnê bi amadebûna Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilhekîm Elmisrî û endamê Hevbendiya Niştimanî Eseed Elîto, Wezîrê Dadê dadger Hebûş Letah, nûnerê Hikûmetê yê li bal Sendoqa Qerzdanê Yasir Elhecî, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Giştî ya Dexl û Dan Hesen Mihemed, Serokê zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî D. Ebdilezîz Eldigeyêm rêve çûn.
Û Elmisrî ji ajansa SNA ya xwecihî re ragihand ku ev nanpêjxaneya otomatîkî ya çaremîn e li gundewarê Helebê, û berhemdana wê ya rojane dighêje 12 ton nan, û bihayê her 600 gramên nan bi lîyreyeke Tirkî ye.
Û Elmisrî diyar kir ku piştgiriya nanpêjxaneyê bi awayekî baş tê kirin, û dê hevrêzkarî bi rayedar û çalakvaniyên herêmê re bibe, da ku nan bi awayekî hêsan bigihêje hewcedar û mirovên li kampan.
Û Wezîr bal kişand ser ku dê nanpêjxaneya pêncemîn li Qibasîn ya gundewarê Helebê bê vekirin, û got ku Dezgeha Giştî ya Firneyan dê 24% ji pêdviyên herêmê dabîn bike, li kêlek karê Dezgeha Aşan yaku dê 50% ji sedî ji pêdviyên deverê ji êrd dabîn bike.
Hêjayî gotinê ye ku Kargeha Giştî ya Firneyan li Axterîn, Bazza, Xendûra û Ezazê firneyên nên vekirine, û amadekariya vekirina firneyeke din li Qibasîn ya gundewarê Helebê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî