Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, berdewam e di karê li gel Netewên Yekgirtî û hejmarek dewletên dîtir ji bo çareserkirina pirsgirêka kampa Elrukban û dabînkirina derfetên jiyana rûmetdar ji nişteciyên kampê re û bidawîkirina dorpêça zordarî ya ku li ser wan hatiye ferzkirin.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî di daxwiyaniyekê de ji tora Aram re ragihand ku Hevbendiya Niştimanî di hewlên xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêka kampa Elrukban, peyamek arasteyî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres kir, ji bilî komek peyamên din yên ku ji hejmarek ji dewletan re şandin, wek Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Elsafadî, her wiha peywendiyên li gel rêxistinên navnetewî û dewletên xêrxwaz.
Û Elasimî dît ku Netewên Yekbûyî berpisyariya rasterast hildigre, ji ber ku ew dikare li gel Urdunê çareyê ji kampa ku ji aliyê rijêma Esed ve hatiya dorpêçkirin re bibîne, û got ku tevaya xelkê Sûriyê dibînin ku bêdengiya Netewên Yekbûyî derbarê vê dozê dihêle ku nişteciyên kampê neçar bibin ku vegerin deverên di bin kontrola rejîmê de.
Elasimî bal kişand ser ku hejmara sivîlên kampê berî çend salan 70 hezar bû, lê hejmara niha daketiye heşt hezaran, ji ber dorpêça ku ji sala 2018an ve hatiye ferzkirin, û tekez kir ku divê li tiştê diqewime bête nerîn ku ew ajotina sivîlan ber bi çarenûsa ku li benda wan e li bal rêjîmê, çimkê girtin û kuştin li benda wan e, her weha leşkerkirina ciwanan di nav milîsên rijêmê yên ku gendeliyê li Sûriyê dikin.
Û tekez kir ku tenê du bijarde li pêşiya sivîlan mane, ew jî mirina ji tîbûnê yan mirina di girtîgehên rêjîmê de, ew jî berpirsyariya Netewên Yekbûyî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî