Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, diyar kir ku bi sedan malbat vegeriyane Efrînê û gundewarên wê di heyva remezana bûrî de, û tekez kir ku rewş berve başbûnê diçe, û daxwaza vegerê bo dever û malên xwe ji derbider û koçberan kir.
Û di hevpeyvînekê de li gel malpera Rûdaw, Elasimî got ku Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilhekîm Beşar û endamê Kombena Kurdên Serbixwe Azad Osman, encamên serjimêrekê pêşkêş kirin ku 1500 malbat vegeriyane Efrînê û gundewarên wê di heyva remezana bûrî de.
Û Elasimî bal kişand ser ku rewş berve çakiyê diçe, û rewşa Efrînê ji ya tevaya Sûriyê baştir e, û got ku Navçeyên rizgarkirî ji aliyê kontrola ewlehiyê de ji deverên ku Rûsî û Îranî û dezgehên ewlekariya rejîmê lê hene çêtir in, û rewşa wan ya aborî û civakî baştir e, û têde kurd û ereb û turkman û netewên dîtir pev re dijîn.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî bangek arasteyî birayên kurd yên ku li derveyî herêmên xwe dijîn kir, ku vegerin cih û warên xwe, û bal kişand ser ku Artêşa Niştimanî û Wezareta Berevaniyê dê vegera xelkê bo cihên wan li xwe bigire.
Û Elasimî diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî guhertinin pêwîst di sîstema xwe ya bingehîn de ji bo bilindkirina asta rewatiyê çêkirin, û got ku piraniya pêkhatên Sûriyê di Hevbendiya Niştimanî de cih digirin, û ti astengî li pêşiya zêdekirina hejmara çi pêkhatê nîne, û bal kişand ser ku sê endamên Kombenda Kurdên Serbixwe hatin zêdekirin, ji bilî Kurdên Encûmena Niştimanî ya Kurd û yên di encûmenên xwecihî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî