Berevaniya sivîl li Helebê, doh yekşembê, bilindtirîn rewşa amadebaşiyê li bajar û gundewarê rojava yê helebê ragihand, piştî armanckirina balafirên cengê yên rêjîma Esed û Rûsiya ji kombûna sivîlan re, li nêzî rêbiwêrkên ku Rûsiya dibêje “hêmin in”.
Û rêvebirê ofîsa ragihandinê ya Berevaniya Sivîl “Ebû Alleys”, bal kişand ser ku wan ti lebata têreçûna sivîlan di wan rêbiwêrkan re nedîtiye, û amaje kir ku segmanê rêjîmê sivîl li rex rêbiwêrkên Selaheddîn û Bustan Alqesir armanc kirine.
Û şoreşgeran doh operesyoneke leşkerî ya berfireh li derdora bajarê helebê dest pê kiriye, ji bo vekirina dorpêça ku hêzên Esed û hêzên li kêleka wî şer dikin ji destpêka heyva bûrî de pêk anîne , û dest hat danîn li ser hejmarek ji xalên leşkerî yên giring bi armanca vekirina dorpêçê.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê Ehemed Remedan, di daxuyaniyekê ji “Firance Press” re got: “ti tiştê bi navê rêbiwêrkên mirovî tune ye, û ew rêbiwêrkên ku Rûs behsa wan dikin, xelkên helebê navê Rêbiwêrkên Mirinê li wan kirine”.
Û Remedan got ku rikberiya Sûriyê” dibîne ku ragihsndina Rûsiyê tewaneke cengê ye , û dijî mirovahiyê ye”, û got ku “pilanek heye firokên Rûsiyê û Pasvanên Şoreşger yên Îranê têde beşdarin, ji bo koçberkirina xelkê ji bajarê wan”.
Jêder: Hevbendî