Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî li herêma Kurdistana Îraqê, Şîna Şehîdên teqîna tiroristî ya li Qamişlo rûda li Mizgefta Elsewaf roja yekşembê 31.07.2016an bi hevrêziya digel Şaxê duyem yê Partiya Dîmuqratî Kurdistanî re çêkir
Û Şandên Partiyên Kurdistanî û Kesayetiyên Niştimanî ji wan jî: Şanda Yekîtiya Islamî Kurdistanî bi serokatiya sekretêrê Partiyê , Serokê Encûmena Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistanî li Hewlêr Emîn Necarî û şanda digel wî, Şanda Partiya Dîmuqratî Kurdistanî- Tirkiyê Sertac Bocaq.
Û Şandek ji Sînem Bedirxan û Endama Komîta Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistanî îraq birêz Şêrîn Amêdî û Dadwer Rizgar û Pirofisor Mûsa Keval pêk hatibû, û Şandek ji Nivîsgeha Peywendiyên Partiya Dîmuqrata Kurdistanî û Birêz Arî Berpirsê dosya Kurdên Sûriyê di Nivîsgeha Serokê desthilata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, û Şandên Partiyên Encûmena Niştimanî û hemû Partiyên siyasî yên Kurdî û Rêkxistinên mafnasî û yên mirovî û kesayetiyên Niştimanî yên serbixwe amade bûn.
Nûnerîtiya herêmê ya Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî, ji demjimêr 4 heta 7ê êvarî pêşwaziya Şandeyan dikir.
hêjayî gotinê ye di roja duşembê 27.97.2016an, rêkxistina tirorist DAIŞ, teqîneke tiroristî li bajarê Qamişlo çêkir, di encamê de 60 kes şehîd ketin û bêtir ji 170 kesî birîndar bûne û gelek avahî wêran bûn û pir ziyanên darayî çêbûn.
Jêder: Hevbendî