Hin çalakvanan ji Helebê ragihandin ku duhî di şerê “Dastana Helebê Ya Mezin” de, ya bi armanca şikandina dorpêça ji hêla rêjîma Esed û milisên hevalbendên wê ve li ser Helebê, şoreşgeran karîn pirojeyê “1070 xanî” kontrol bike û bi veguhestina dehên xêzanan bo cihên aram rabûn.
Herwiha şoreşgeran heryek ji gundê Ela’miriyê, û pirojeyê “1070 xanî”, Tilal Mote û Elmehebê û Ehed û Syriatêl û Elcemhiyat û Ketîbeya Mûşekan û Serbazgeha Elbinyat, kargeha zeytê, Elbîna Elehmer, zincîra çeperên Elsabiqiyê kontrol kirin, tevî şikandina hêlên bergiriya hêzên Esed li nêzîk gundên Elşirfa û Menaşir Minyan û kargeha kartonan.
Li aliyek din, duhî nexweşxaneya meydanî ya gundê Hor Sem’an ji kar ket, bi sedema êrîşên firokên rêjîma Esed û yên Rûsiya û herwiha nexweşxaneya “Benga Xwînê” li bajarê Atarib rastî bombebarankirinê hat û ziyanên mezin lê bûn û ew jî ji kar ket.
Têzanîn ku take nexweşxaneya li bajarê A’ndan li bakurê Helebê, li roja şembiyê û bi sedema bombebarankirina firokên şer yên Rûsiya ji kar ketibû.
Û endamê nivîsîngeha ragihandina bajarê A’ndanê, Samî Elrec îro roja yekşemê, tekez kir ku hîç nexweşxane yan xala pizîşkî li deverê nema ye, piştî bombebarankirina take nexweşxaneya bajêr û jikarketina wê.
Hêjayê gotinê ye ku Rêxistina Lêborîna Navdewletî “Amînistî”, piştî bidestxistina hin pêzanîn û belgeyan, heryek ji rêjîma Esed û Rûsiya bi armanckirina nexweşxaneyan di çarçovê stratîjiyek taybet de tometbar kiribû, û rêxistina navborî cext li ser wê yekê kiribû ku ev babet di pêşiyê de tawanek li dijî mirovîniyê ye, û piştire ew binpêkirinek xuyaye ji yasaya navdewletî ya mafên mirivan re”.
Jêder: Hevbendî + Smrat