Berevaniya Sivîl ya Sûrî li bakurê Sûriyê li bajarê Sermeda yê ser sînorê Tirkiyê, kongirekî rojnamevanî derbarê dawîtirîn pêşhatên bobelata erdhejê yaku roja duşemê li Sûriya û Tirkiyê daye li dar xist, û axêverê kongir Serokê Berevaniya Sivîl Raid Elsalih, peyamin navxweyî dan gelê Sûriyê û nameyin navdewletî arasteyî Netewên Yekbûyî kirin.
û Serokê Berevaniya Sivîl ya Sûrî Raid Elsalih, bi spasiya Xwedê dest bi kongirê xwe yê rojnamevanî kir, û piştre sersaxiya Sûriyên li ser axa Sûriyê û yên li diyasporayê û hemû kesên ku xizmên xwe li Idlib û Helebê, Laziqiye, Hama, Antakya, Gazîentab, Maraşê û li seranserê Sûriye û Tirkiyeyê ji dest dane kir, û gelê Sûriyê wek comerd û bihêz û qehreman û serbilind binav kir.
Û piştre Elsalih lêborîn û xemgînî û mixabinî anî ziman derbarê kesên ku tîmên Berevaniya Sivîl nikarîbûn wan bi saxî bigihînin malbat û xizmên wan li seranserê Sûriyê, û Salih got ku êş dilê me diguvişe dema ku em pê diramin. Me şerê bêkarînbûnê dikir. Me şerê demê dikir daku em bi saxî bighêjin wan, lê nebûna alavên kartêker sedemek mezin a vê bêkarînê bû, lê em sûnd dixwin ku me bi hemû hêza xwe ya hebû kar kir.
Û diyar kir ku operasiyonên Berevaniya Sivîl aniha ketine qonaxa lêgerîn û derxistinê de, û derfeta jiyana kesên ku di bin kavilan de mane piştî 108 katijmêran pir kêm e, lê em xebatên lêgerînê didomînin û ji bo derxistina yên mane ranawestin, em miqate ne ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.
Û Elsalih spasiya Sûriyên ku fakterê sereke bûn û rêxistinên sivîl û xwecihî kir, li ser operasyonên piştgirî û bexşanê, ji ber ku wan alavên xwe û bidehan otombîl û mekîneyên xwe ji bo Berevaniya Sivîl pêşkêş kirin, û gelekan di vê sermaya dijwar de sotemenî ji ser malbatên xwe birîn, û ji bo berdewamkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dan me.
Û ragihand ku hejmara pakrewanan li Sûriyê bi gihiştî ta niha 3 hezar û 384 şehîd in, ji wan 2 hezar û 37 kes li deverên bakurê Sûriyê ne, û bi hezaran kes birîndar bûne, û bi hezaran avahiyên bi temamî wêran bûne hene, û eşkere kir ku hejmara qurbaniyan dê bilind bibe, û texmînên dawîn nînin, û tenê piştî bidawîbûna operasyonên rizgarkirinê wê hejmara dawî diyar bibe.
Û Elsalêh cext kir ku ev bobelat pêwîstiya wê bi hevkarî û hevgirtinê ji her kesî heye, ji bo qerbokirina ziyanên giran yên di binesaziyê de çêbûne, û rawestana li kêleka malbatên qurbaniyan, û piştgiriya rizgarbûyan bi hemû hêza xwe.
Gelê Sûriyê di vê bobelatê de bilindtirîn şêweyên hevkariyê diyar kir, û her kesek li seranserî Sûriyê û dîasporayê bû şaneyek lêkolîn û piştevaniyê.
Û got ku nalîna qurbaniyên ku di bin kavilan de mane heta em sax in dê di guhê me de bimîne. Qurbaniyan temîniyên xwe ji me re digotin û hestên bêrîkirina malbatên xwe berî mirinê ji bin kavilan dişandin. Ev name û gotin dê di stûyê me de wek emanet bimînin.
Û Serokê Berevaniya Sivîl ya Sûrî nameyeke hêzdar gihand, û di serî de arasteyî civaka navdewletî bi serpereştiya Netewên Yekgirtî kir. Serokê Berevaniya Sivîl ji Netewên Yekbûyî daxwaza xwestina lêbûrînê ji gelê Sûriyê kir, ji ber ku ti tişt jê re pêşkêş nekir, û diyar kir ku ev daxwaza îro di hevpeyvînekê li gel berpirsekî di Netewên Yekbûyî de hat, û berdewam kir û got ku wî doh ji nûnerê Emrîkî di Encumena Ewlekariyê de daxwaza vekirina dadpirsînê kir, çima ev paşveman li herêmên Bakur-Rojavayê Sûriyê çêbû? û çima alîkarî gihiştin deverên rijêmê û negihîştin bakurê rojavayê Sûriyê?
Û Elsalih diyar kir ku piştî erdhejê ti tîmeke navdewletî derbasî Bakurê Sûriyê nebû, ji bilî xwebexşên bêyî amûrên xwe hatin, di nav wan de tîmeke misrî ji kesên li tirkiyê dijîn hebû, û Elsalêh spasiya hevparên Parastina Sivîl yên navdewletî wek Danîmarka, Elmanya, Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Fransa û Qeterê kir.
Û Serokê Berevaniya Sivîl di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku Berevaniya Sivîl dê di heyamên bê de giringiyê bide hemî rêşûnên xebatên vejandina zû, her weha nûavakirina piştî erdhejê, û xizmetguzariyan dabîn bike, û rêşûnên parastinê ji bo xurtkirina avahiyên ku bandora erdhejê li wan bûye bike, û piştgiriyê bidin saziyên bizîşkî û hawarçûnê, di riya dabînkirina derman û penagehan bo bihezaran malbatên aware yên ku ta niha li bin darên zeytûnan in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî