Berevaniya Sivîl ya Sûrî, diyar kir ku rijêma Esed û Rusya di salên bûrî de bêhtir ji 60 cûre ji cebilxaneyên ciyawaz di kuştina sivîlan de bikar anîn, 11 cûre ji wan bombeyên goşeyî yên ku li ser asta navdewletî qedexekirî bûn.
Û Berevaniya Sivîl di raporeke xwe de, bi boneya “Roja Navdewletî ya Hişyarkirina Derbarê Mayînan”, got ku di sala 2022an de, bermayên cengê yên rijêma Esed û Rusya li bakur rojavayê Sûriyê, bêhtirîn sedemên ketina qurbaniyên sivîl bûn, û saziyê 32 teqîn ji bermayên cengê yên ku bûne sedema kuştina 29 kesan, 13 zarok di nav de hene, û birîndarbûna 31 kesên din ku 22 zarok û jin di nav wan de hene, belge kir.
Û raporê bal kişand ser ku di sala 2021 de 32 teqîn çêbûn, û bûn sedema kuştina 18 welatiyan, 5 zarok di nav de hebûn, û 32 jî birîndar bûn, 11 ji wan zarok bûn, û di sala 2020an de bêhtir ji 60 teqînên bermayên cengê çêbûn, ew jî bûn sedema kuştina 32 kesan, 6 ji wan zarok û 4 jin bûn, û 65 kesên dîtir jî birîndar bibûn, 7 zarok û 13 jî jin di nav wan de hebûn.
Û raporê bal kişand ser ku bermayên cengê bandorê bi awayekî neyînî li geşepêdana aborî dikin û rewşeke tires û nearamiyê li bal kesan û civakê çêdike, û dibe sedema pirsgirêkên derûnî, û xakê û jêderên avê bi keresteyên metirsîdar gemar dike.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kir ku bombeyên goşî gefeke mez in li ser jiyana sivîlan li bakur û rojavayê Sûriyê, ji ber ku bi awayekî berdewam ji aliyê hêzên rijêmê û Rusya ve di êrîşên li ser sivîlan de bikar tên.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî