• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 23 June , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Berevaniya Sivîl Tawanên Rûsiya Dermafê Sivîlan li Sûriyê bi Topên Krasinpol Belge Dike

May 18, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Berevaniya Sivîl Tawanên Rûsiya Dermafê Sivîlan li Sûriyê bi Topên Krasinpol Belge Dike

Saziya Berevaniya Sivîl ya Sûrî, êrîşên ku hêzên rijêmê û Rûsiya bi bikaranîna topên Krasinpol yên bi lêzerê tên arastekirin belge kirine, û raporek derbarê bikaranîna vî cureyê topan û bandorên ku hiştine û rêbaza bikaranîna wan di armanckirina avahiyên giştî û di serî de nexweşxane û karmendên mirovahî û malên sivîlan derxist, û saziyê 63 êrîşên ku bi van çekên kujer pêk hatine belge kirin.

Û tevî ku rêjeya êrîşan bi vî cûreyê çekan li bakur rojavayê Sûriyê di dema ku rapor li ser diaxive de, ji êrîşa yekemîn ya 21 adara 2021 ta 31 kanûna pêşîn ji heman sale, 4% ji tevaya cûreyên çekan e, lê  rêjeya kuştiyên bi wan çekan 20% ji kuştiyên sivîl ên bi tevaya çekên dî ye. 

Û Saziyê di rapora xwe ya ku duh roja sêşemê derketiye de, diyar kir ku 70 kes hate kuştin û 102 kes birîndar bûn, û hejmarek mezin ji qurbaniyan zarok bûn, 29 zarok hatin kuştin û 33 birîndar bûn, her weha xwebexşkarên ji saziya Berevaniya Sivîl di du êrîşên ji hev cuda de hatin kuştin.

Û raporê eşkere kir ku êrîşan 43 xanî armanc kirin, û wan hêzan 11 êrîş biribûn ser zeviyên çandinê û kampên derbideran û xalên bijîşkî, û xerabtirîn êrîş li ser nexweşxaneya Eletarib ya rojavayê helebê bû, her weha xala Mer’eyan ya bijîşkî li başûrê Idlibê û navenda Berevaniya Sivîl û bajarokê Qeston li deşta Xabê armanc bûn.

Û raporê bal kişand ser ku Rûsiya ji destpêka dijminkariya li der Sûriyê di sala 2015an de, govdeyên sûriyan û malên wan kirin meydanên taqîkirin û rahênana hêzên xwe û pêşdebirina çekên xwe.

Û raporê eşkere kir ku Rûsiya bêhtir ji 320 cureyên çekan li Sûriyê ceribandin, û got ku Krasinpol topin Rûsî ne û nîv otomatîk in û di riya lêzerê re têne arastekirin, û hîn bi ser de teqîner in, û di salên heştê  de ji sedsala bûrî hatibûn pêşxistin, û topên eyar 155mm û 157 mm ji wan têne çêkirin, daku di riya topxaneyên Hawtizir re bêne avêtin.

Û tîmê Saziyê di belgekirina xwe de xwe spartibû ser raporên Bersivdanê derbarê êrîşên ku di dema bersivadnê de belge kiribûn, ji destpêka bikaranîna wan topên ku bi riya lêzerê têne arastekirin de, di riya belgeyên xwebexşkaran yên bi wêne û vîdyo û bermayên cebilxaneyan, û daxwiyaniyên dîdevanan û xwebexşkarên “Kumspiyan” herweha lêkolînên ofîsan.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Derbarê Gefên Hikûmeta Libnanê Sebaret Vegerandina Penaberan bi Awayekî Kotekî

June 22, 2022
Desteya Jinê ya Sûrî Rûniştineke Diyalogî û Gotûbêjî Derbarê Lêpirsîn û Sizayan di Destûrê de li Dar Dixe
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Jinê ya Sûrî Rûniştineke Diyalogî û Gotûbêjî Derbarê Lêpirsîn û Sizayan di Destûrê de li Dar Dixe

June 21, 2022
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Jinê ya Sûrî Rûniştineke Diyalogî û Gotûbêjî Derbarê Lêpirsîn û Sizayan di Destûrê de li Dar Dixe

Yekemîn Balefirên Hecacyên Sûrî bo Bicîanîna Ferza Hecê Gihişte Xakên Pîroz

Ji Civaka Navdewletî tê Xwestin ku Rêşûnin Vebir ji bo Serbestberdana Girtiyên di Zindanên Rijêmê de Bistîne

Hekîm: Sûriyan di Riya Hezkirinê û Beşdariya di Pêşdebirina Welatên Mêvandar re Têgeha Penaberiyê Guhart

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.