Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Salim Elmislit û amadebûna Serokê Desteya Danûstandinê Enes Elebde û Serokê Hevbeş yê Komîteya Distûrî Hadî Elbehra li dar xist, û ketwarê meydanî û mirovahî li deverên rizgarkirî û pêşhatên pirosesa siyasî gengeşe kirin, û giringî da belavbûna Îranê li welêt û li ser pêwîstiya rûbirûbûna wê axivî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser helwesteke erebî ya yekrêz bo rûbirûbûna belavbûna Îranê û metirsiya wê li ser Sûriyê û dewletên derdorê û tevaya dewletên deverê kir, û Elmislit diyar kir ku bingeha vê helwesta yekrêz piştgiriya gelê Sûriyê di daxwazên wî yên mafdar de ye, û di serî de veguhastina siyasî û rizgarbûna ji rijêma Esed ya nokera Rijêma Meleyan, û cextî li ser giringiya gihiştina wê baweriyê kir ku têkliyên di navbera herdû rijêman de têkliyeke organîk e û ew ji hev nabin.
Û Endamê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat Ebdilbasit Ebdilletîf, rapioreke hûrbîn li ser workşopa ku Komîteya Cezîrê û Ferat hefteya bûrî li bajarê Gazî Entabê li ser bicihbûna Îranê li Sûriyê li dar xistiye pêşkêş kir.
Û amadebûyan behsa rêşûnên piratîk, yên ku divê bo rûbirûbûna belavbûna Îranê û milîsên mezhebî bêne standin, û giringîpêdana rola erebî di vê rûbirûbûnê de, kirin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, li ser amadekariyên Desteyê bo qonaxa dahatî û hilbijartina rayedariyeke nû ji desteyê re, û giringiya ku Deste bi hemû pêkhatên xwe ve yek be axivî.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, kurteşiroveyek li ser amadekariyên gera heştemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku jivana wê di dawiya heyva niha de hatiya nîşankirin pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya bizavê di gera dahatî de kir, ji bo şikandina rawestanê di riya gihiştina lihevkirinan derbarê pirensîpên sereke di destûrê de, li gel tekeziya li ser giringiya kartêkerkirina tevaya sepetên di biryara 2254 de hatine, û got ku rijêm hîn astengiyan dixe riya çi pêşketina çareya siyasî de.
Û amadebûyan li rapora ku Komîteya Girêdanên Leşkerî ya derbarê rewşa meydanî û binpêkirinên hêzên rijêma Esed û milîsên PYD dermafê sivîlan guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî