Desteya Werziş û Ciwanan ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, nerazîbûna xwe ji pejrandina beşdarbûna çi yekîtiyên werzişî yên erebî an navdewletî di qehremanî û çalakiyên werzişî yên ku rijêma Esed dê li Sûriyê li dar bixe, an rijêmê vexwînin çi çalakiyên werzişî li derve, diyar kir, û dît ku ev çalakî piştgiriya rijêma ku tawan dermafê gelê Sûriyê pêk anîne dike, û weke hewldanê ye ku têkliyan pêre normal bikin û jinû de rijêmê biser bixin.
Û Desteya Werziş û Ciwanan di daxwiyaniyeke xwe de, duh, tekez kir ku çawa rijêma Esed kursiya Sûriyê di saziya Netewên Yekbûyî de dagîr kiriye, û hebûna xwe li wê derê di warê yasayî û siyasî de bikar tîne, her weha kursiya Sûriyê di Komîteya Olompî ya Navdewletî de jî dagîr dike, û got ku kursiya Sûriyê di Komîteya Olompî ya Navdewletî de, ne mafê tawanbaran e, û ew derbirîna sûriyan nake, lêbelê ew tenê ya sûriyên azadîxwaz e, yên ku tiştê biha pêşkêş kirine daku rûmeta xwe biparêzin û welatê xwe ava bikin, û kujerê xwe siza bikin.
Û Desteyê rabûna rijêma kujer di vê dema dawîn de di riya yekîtiyên werzişî re bi hejmarek ji qehremaniyan li paytexta Şamê û beşdariya rijêmê di qehremaniyên erebî de li derveyî Sûriyê li ser binyada vexwendina ji aliyê curbecur yekîtiyên werzişî yên erebî bo lîstikên werzişî şermezar kir.
Û Desteyê ji Yekîtiyên werzişî yên Erebî xwest ku beşdariyê di çalakiyên werzişî yên rijêmê de nekin, û vexwendinê di çi qehremaniyên erebî de bo rijêmê birê nekin, û di riya werzişê re wê biser nexin, û li ser rêçên pirensîpî yên olompî yên bilind bimeşin.
Û Desteya Werziş û Ciwanan ji Komîteya Olompî xwest ku bi rijêma tawankar re weku çawa bi rijêma Rûsiya re derbarê cenga wê li ser Okranya danûstandnê bike, û tevaya çalakiyên werzişî yên rijêmê li derve qedexe bike, û weke perçeyek ji sîstema olompî ya navdewletî venasînê pê neke.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî