Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza roleke erebî ya rasteqîn û kartêker, a beşdariyê di bidawîanîna tirajîdiya gelê Sûriyê de bike, di riya helwesteke yekgirtî ji bo çareya doseya Sûriyê di berjewendiya sûriyan de misoger bike, daku karibin vegerin hembêza erebî û li rex birayên xwe rûbirûbûna astengiyan li deverê bikin, kir.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke rojnemevanî de, îro înê, tekez kir ku ewlehiya Sûriyê û dewletên derdorê pêk nayê, eger rijêma Esed û hevalbendên wê li Sûriyê bimînin.
Û cext kir ku rijêma Esed ji bilî kuştin û wêrankirin û koçberkirin û anîna milîs û dagîrkeran tiştek ji sûriyê re pêşkêş nekiriye, û tenê keresteyên hişbir û kêşe û teror bo dewletên deverê hinartine.
û hişyarî ji berdewamiya rijêmê di desthilatê de da, û got ku ew jî tê wateya ku dê hîn bêhtir milîsên Îranê belav bibin, û metirsiya Îranê dê nêzî hemû dewletên derdorê û dewletên dîtir li deverê bibe.
Û tekez kir ku hêviya ku Esed ji Îranê cuda bibe an jê dûrbikeve hêviyeke têkçûyî ye, û diyar kir ku têkliya di navbera wan de organîk û tevlihev bûye, ji ber belavbûna Îranê ya berfireh li deverên di bin kontirola rijêmê de û di nava binyada wê bi xwe de, li gel piştgiriya rijêmê di riya milîsên mezhebî û karê li ser piştgriya wê di warê siyasî û aborî de re.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku dabînkirina ewlehiyê bo deverê bi pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî 2254 ve girêdayî ye, daku rûxandina rijêmê misoger bibe, û milîsên biyanî ji welêt dûr bixe, û desthilatê radestî gel bike, gelê ku ji yanzdeh salan de bo bidestxistina azadiyê û pêkanîna xewna xwe di avakirina dewleteke azad û serbixwe û xwedî cîgeheke erebî û navdewletî xebatê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî