Şandek ji Nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de li Herêma Kurdistana Îraqê bi Rêvebirê Heca Sûrî Samir Beyeqdar re bi amadebûna serokên girûpên heca sûrî li Herêmê civiya.
Û Şandê Ebcumena Niştimanî ya Kurd yê Hevbendiya Niştimanî ji Şelal Gedo û Îmad Berho û Serokê Nûnergeha Encumena Kurdî li Herêmê Kawa Ezîzî û endamên Nûnergehê Raman Mule, Wail Omer, Ebdilezîz Welîka û Fadil Dellî pêk hat.
Û Beyreqdar li ser amadekariyên dawîn bo tomarkirina sûriyên ku dixwazin ferza hecê ya sala niha 2022 bikin, li gorî ku Qiralgeha Erebistana Siûdî berî demeke kurt ragihandiye, û têde rê daye bo bicîanîna ferza hecê ya vê salê axivî.
Ji aliyê xwe ve nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî de giringiya berdewamiya hevrêzkariyê li gel Komîteya Heca Sûrî ya Bilind û pêşkêşkirina hemî rêxweşkirinên pêwîst bo pirosesa tomarkirina kesên ku li Herêma Kurdistana Îraqê rûniştine û dixwazin ferza hecê bikin anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî